Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongireya Amerîkayê gelaleya tehrîmên nû li dijî Îran şirove dike

15:32 - 24 Adar 2017

Kurdistanmedia: Sinatorên Komarîxwaz û Demokrat ên Sinaya Amerîkayê, Roja Pêncşemiyê gelaleyek bona zêdekirina tehrîmên ne etomî li dijî rejîma Îslamî ya Îranê, di Sinaya Amerîkayê de xistin ber bas.

Nûçegihaniya Roytêrzê di vê derheqê de eşkere kir ku, gelaleya han ku xwediyê piştevaniya 14 sinatorên Demokrat û Komarîxwaz e, tehrîmên nû û hewce, li dijî kes û nawendên girêdayî bi pirograma mûşekên Balistîk ên rejîmê, û herweha aliyên bazirganiya digel vê pirogramê, disepîne.

Li gorî vê gelaleyê Sipaha terorîst ya rejîmê jî, dibe armanca tehrîmên nû ên li dijî rejîmê, û herweha tehrîmên ku li gorî biryara serkomarê Amerîkayê biser hinek kesan de, bi tawana piştevaniya ji terorîzmê hatibûne sepandin, wê bibin biryarên yasayî û wê herin qonaxa cîbicîkirinê.

Gelaleya navbirî herweha deshilatê dide serkomarê Amerîkayê ku bikare, her kes û nawend û binyatekî ku, biryara “NY” li dor qedexekirina bazirganiya çek û teqmeniyan digel rejîma Îslamî ya Îranê binpê bike, bike armanca tehrîmên xwe.

Sinator “Bab Kirûkêr” ê serokê komarîxwaz yê Komîteya Têkiliyên Derve yê Meclisa Sina yê, û herweha Sinator “Rabêrt Mênindiz” yê Demokrat, ku gelleya nû bona tehrîmên ser rejîma Îranê berhev kirine di vê derheqê de dibêjin ku, tehrîmên li gorî vê gelaleyê, lihevkirina etomî ya digel rejîmê jî binpê nake.

Sinator “Rabêrt Mênindiz” di vê derheqê de dibêje, me gellek hewil dane ku gelaleya tehrîmên nû bo ser rejîmê, li dijî lihevkirina etomî ya di navbera rejîma Îslamî ya Îranê û Amerîkayê de nebe.

Di çend heyvên derbazbûyî de sinatorên Amerîkayê ragehandibûn ku, ceribandina mûşekên Balistîk û herweh hewlên rejîmê bona têkdana ewlehiya herêma Rojhilata Navîn, cihê nîgeraniya me ye, û tu astengek nikare rêgiriyê bike ji sepandina tehrîmên nû ji aliyê Amerîkayê ve bi ser Îranê de.

Amerîka û Îsra’îl û welatên xwedî hêz ên cîhanê liser vê baweriyê ne ku, rejîma Îslamî ya Îranê li jêr navê “Gelaleyên Fezayî”, hewla çêkirin û ceribandina mûşekên Balistîk ên dûravêj dike, ku dikarin bibin gefek mezin bo ser hemû cîhanê, dide.