Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma cejna neteweyî a newrozê li Almanyayê bi rê ve çû

21:00 - 25 Adar 2017

Kurdistanmedia: Cejna neteweyî a newrozê li bajarê Koln a Almanyayê bi beşdariya hejmareke berçav ji beşdarbûyiyan bi rê ve çû.

Roja Yekşemiyê 29`ê Reşemê bi boneya cejna neteweyî ya newrozê, rêûresmeke bicoş li Koln a Almanyayê bi rê ve çû.

Ew merasim bi alîkariya pênc hizbên Kurdî ên her çar beşên Kurdistanê hatibû amadekirin, ku PDKÎ komîteya Almanyayê yek ji amadekarên vê merasimê bûye, û hejmarek ji endamên hizbê bi vê boneyê ve tê de beşdar bûn.