Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erdoxan: Tehran siyasetên nejadperestane bi rê ve dibe

15:11 - 26 Adar 2017

Kurdistanmedia: Serkomarê Tirkiyê Erdoxan, Tehran bi birêvebirina siyasetên nejadperestane di Îraqê de tawanbar kir. Wî herwisa Alman û Hulend bi tundî rexne kir, û cardin ew şibhandin Nazî û Faşîstan.

Erdoxan di meha borî de jî ragehandibû ku bandora nasyonalîzma Fars em dikarin di destêwerdanên Îraq û Sûriyê de bibînin, û ew yek dibe sedema sereke ya dabeşbûna Îraqê. Wî roja 13`ê Şibatê di Behrêynê gotibû ku dibe em di hemberî nasyonalîzma Fars de bisekinin, lê rejîma Îranê di hemberî van axavtinan de çi helwestek ji we nîşan neda.

Lê Îran tenê welatek nebû ku Erdoxan êrîşî ser kir, serkomarê Tirkiyê di hevpeyvîna televîzyonî ya xwe de digel CNN`ê cardin siyasetvanên Alman û Hulendê digel Naziyan da ber hev. Wî got heya wê demê ku bêjne min dîktator, ezê jî bêjme wan faşîst û nazî.

Serkomarê Tirkiyê herwisa ragehand ku Enqere piştî birêveçûna rapirsiya yasaya bingehîn di 16`ê Nîsanê de, rapirsiyeke din jî derheq endametiya di YE de, wê bi rê ve bibe, da ku ji xelkê bipirsin ka gelo ew dixwazin Tirkiye hewl bide bona endametiya di YE de, yan jî dev jê berde.

Tirkiye yek ji wan welatan bû ku piştî ragehandina avakirina Şêvra Ewropayê ji aliyê 10 welatan ve, di sala 1949`an de, bû endam. Lê dema ku di sala 1987`an de, YE pêk hat, Tirkiyê hewl da bibe endam, lê heya niha jî nekariye bibe endam.

Navendên cur bi cur ên parastina mafê mirovan li ser vê baweriyê ne ku Tirkiyê bi taybetî di van salên dawiyê de mafê mirovan bi awayekî berfireh û berçav binpê kiriye, û di dema şerê digel hêzên dijberî xwe de, bi hezaran xelkê sivîl û bê tawan kuştiye, û piştî kûdetaya leşkerî jî, di girtîgehan de dest bi lêdan û îşkenceya girtiyan kiriye, û gellek rojname û kovar û radyo û televîzyon jî daxistine.