Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek çalakên çandî li derdora Ormiyê hatine gazîkirin

15:12 - 26 Adar 2017

Kurdistanmedia: Bi sedema hilkirina Agirê Newrozê li derdora Mirgewer a Ormiyê, hejmarek çalakên çandî hatine gazîkirin.

Nûçegihanê Kurdistanmediayê di vê derheqê de ragehand ku, Piştî vê ku Sipaha Pasdaran li bajarokê Dizê ya ser bi devera Mirgewer a Ormiyê, îzna birêvebirina cejna Newrozê ji aliyê xelkê ve neda, xelkê Dizê û gundên derdorê weke nerîteke Kurdewarî Agirê Newrozê ku cejneke dîrokî ya Kurda ne, hilkirin.

Nûçegihanê Kurdistanmedia yê li devera Mirgewer ragehand ku, serbarê qedexekirinê, hilkirina Agirê Newrozê ji aliyê xelkê ve bûye sedem ku hirsa dezgehên ewlehiya rejîmê derbikewe û di encam de hejmarek ji çalakên çandî ên derdorê gazî kirin.

Hate ragehandin ku, piştî hilkirina Agirê Newrozê û geriyana govend û dîlana Kurdî li derdora Dizê ya Mirgewer, Îtila’ata Sipaha pasdarên rejîmê dest avêtiye gazîkirina çalakên çandî ên derdora Mirgewer.

Hinek çavkanî bas ji vê yekê dikin ku, Îtila’ata Sipahê zext û gîwaş xistiye ser wan çalakên çandî û, piştî lêkolîn û gefxwarinên zêde, pirsa vê yekê ji wan kirine ku, gelo we liser îzna kê û daxwaza çi aliyekê, ev cejin lidar xist.

Hêjayî basê ye di Newroza Îsal de, ku liser daxwaza partiyên Kurdistanî û liserweyî hemûyan PDKÎ, bi Newroza “Camane” hatiye naskirin, xelkê gund û bajarên Kurdistanê bi germî pêşwazî ji bangewaza PDKÎ û paretiyên din ên Kurdistana Rojhilat kirin, û bi hilkirina agir û govend û dîlana Kurdî, pêdagirî liser xwastekên xwe yên mirovî û netewî kirin.