Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi boneya newrozê berdewam in

16:12 - 26 Adar 2017

Kurdiustanmedia: Qehremanên Demokrat li bajarê Bokanê bi boneya Newrozê û hatina sala nû çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, xortên Demokrat li bajarê Bokanê bi boneya newrozê û hatina sala nû çalakiyên berfireh ên teblîxî bi rê ve birin.

Têkoşerên Demokrat di van çalakiyan de bi nivîsandina diruşman li navçeyên cur bi cur ên bajar, piştevaniya xwe ji Rasan a Rojhilat eşkere kirin.

Ew cihên ku çalakiya teblîxî tê de bi rê ve çûn, pêk tên ji: navçeya “Elî Abad”, park, û kolanên “Koyê Endîşe”, ser riya zankoya “Peyama Nûr” wate “Bêhzîstî”, sî mêtriya “Mecbûrava” û berbirûyê “Saypa Yedek a hejmara 1”.