Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Behrêynê endamên bandeke terorîstî destbiser kir

15:26 - 27 Adar 2017

Kurdistanmedia: Behrêynê endamên bandeke terorîstî ya berguman bi tohmeta desthebûna di êrîşa li ser trombêleke hêzên polîs destbiser kir.

Li gora daxuyaniya polîsê Behrêynê, 14 endamên vê girûpê hatine destbiserkirin, û li gora gotina Wezareta Navxwe ya wî welatî 11 kes ji wan berguman in bi vê ku li bin çavdêriya Spaha Pasdaran a rejîma Îranê û girûpa Ketaib Hizbullah a Îraqê de perwerde dîtine.

Li ser bingeha rapora berpirsyarên Behrêynî du kes ji rêberên vê girûpê akinciyê Îranê ne, ku yek ji wan, vê dawiyê ketiye nava rîzbenda terorîstî ya Amerîkayê de. Şeş kes ji destbiserkiriyan di kempekê de, li jêr çavdêriya Spaha Pasdaran û pênc kesên din jî di bin çavdêriya gurdanên Hizbullaha Îraqê û sê kesên din jî di Behrêynê de perwerde dîtine.

Wezareta Navxwe ya Behrêynê destbiserkirî tohmetbar kirine bi vê ku di teqîna bombeyekê de, li nêzî trombêla hilgirê hêzên polîs de dest hebûye. Di wê teqînê de, pênc endamên hêza polîs birîndar bibûn.

Ew yekem car nine, ku Behrêyn nûçeya destbiserkirin yan jî pûçkirina kiryarên girûpên ser bi Îranê belav dike. Di 15`ê Reşemê de bû ku di daxuyaniyekê de belav kiribûn ku wan 25 endamên girûpeke terorîstî ku Îran piştgiriya wan dike, kiribû.

Behrêynê wê demê herwisa gotibû ku girûpeke 54 kesî çûne Îran û Îraqê, da ku di binkeyên wan de perwerdeya leşkerî bibînin.