Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dizê ya Mirgewer û Qelawarî a Serpêla Zehawê peymana wefadariyê digel şehîdên xwe nû kirin

15:56 - 27 Adar 2017

Kurdistnmedia: Di bereberê 10’ê Xakelêwe roja Şehîdên Kurdistanê de, Dizê ya Mirgewer û herweha Qelawarî a ser bi bajarê Serpêlê, bi çalakiyên berfireh peymana wefadariyê digel şehîdên xwe nû kirin.

Nûçegihanê Kurdistanmediayê li devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê ragehand ku, endam û alîgirên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li bajarokê Dizê ya Mirgewer, bona rêzgirtin ji şehîdên xwe, û nû kirina peymana wefadariyê digel wan, çalakiyek berfireh a teblîxatî lidar xistin.

Di vê çalakiyê de rêvîngên rêbaza şehîdan, li goristana bajarokê Dizê, ku bi dehan şehîdên serbilind ên Hizba Demokrat li hembêza xwe girtine, liser mezarê her şehîdekî alayekî Kurdistnê û alayekî bi rengê “Sor”, bi nîşaneya xwîna sor a şehîdan, hil dan.

Nûçegihanê Kurdistanmediayê herweha zêde kir ku, di vê çalakiya berfireh de çendîn wêneyên rêberên şehîd Qazî û Qasimlo û Şerefkendî digel benerên taybet bi dirûşmên berdewamiya rêbaza şehîdan, hatibûne hildan.

Ev çalakiya berfireh ya evîndarên rêbaza Hibza Demokrat, bûye cihê kêfxweşiya xelkê deverê, û xelkê bajarokê Diz û gundên derdorê, serdana gorietana Dizê kirin û bi girtian wêneyên curbicur ji guristana xemilandî bi ala Kurdistanê, peymana wefadariyê digel şehîdên xwe nû kirin.

Çavkaniyekî haydar ji Dizê ragehand ku, Sipaha Pasdaran û kirêgirtiyên wan heya demjimên 12 nîvro ya roja Yekşemiyê, derdora gortistna Dizê dorpêç kiribûn lê nedivêran dakevin nava goristan de, di dawiyê de, ji rêya şandina hinek zarokan ve, alayên Kurdistanê û alaya Sor a hêmaya şehîdan, liser mezarê şehîdên Kurd û Kurdistanê anîn xwar.

Her derheq bi Roja şehîdan, rêvîngên rêbaza Demokratê, li gundê Qelawarî a ser bi devera Serpêl zehawê, bi nivîsandina dirûşmên taybet bi vê rojê, peymana wefadariyê digel şehîdên Kurd û Kurdiatanê nû kirin.