Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

5 kirêgirtiyên din ên rejîmê li Sûriyê hatine kuştin

21:19 - 29 Adar 2017

Kurdistanmedia: Çavkaniyên nûçegihaniyê ên rejîmê ragehandin ku, 5 kes ji terorîstên Spaha Pasdaran, ku 3 kes ji wan ser bi Tîpa Fatimiyûn bûne, di şerê Sûriyê de hatine kuştin.

Roja Sêşemiyê 8’ê Xakelêweya1396’an a Rojî, navenda nûçegihaniya “ÎSNA” ya ser bi rejîmê ragehand ku, di rêûresmeke taybet de termê 3 terorîstên Spahê ku di Sûriyê de hatine kuştin, û li Kirmanê hatine binaxkirin.

Çavkaniyên rejîmê ew 3 kes ku bi şehîdên “Parêzerê Hereman” dane nasîn, eşkere dikin ku, di operasyonekî de li herêma Şêx Se’îd li Başûrê Rojhilata Helebê, ji aliyê hêzên opozisyonê ve hatine kuştin.

Spaha terorîst a Pasdarên rejîmê di vê derheqê de ragehand ku, Mihemmed Husên Hêyderî yê 35 salî, Ruhellah Husênî yê 26 salî, û herweha Husên Rehmanî yê 20 salî, ew 3 terorîstên Spahê ne, ku li Sûriyê hatine kuştin.

Tîpa Fatimiyûn hêzek e ser bi Spaha Pasdarên rejîmê ye, ku taybet e bi hêzên Efxanî ên ku di şerê Sûriyê de pişikdar in, û piştevaniyê didin hêzên ser bi Beşar Esed.

Eva di demekî de ye ku roja Sêşemiyê jî, terorîstekî Spahê bi navê “Husên Xolamî” ku li parêzgeha Hemma yê hatibû kuştin, li goristana “Bêhêşt Zehra” ya Tehranê hatiye binaxkirin.

Roja 7’ê Xakelêwe jî “Se’îd Xiwacê Salihanî” ku yek ji fermandeyên Spahê bûye di şerê Sûriyê de, li “Pakdeştê” hate binaxkirin.

Di şerê Sûriyê de, û bona piştevaniya ji Beşar Esed, hêzên ser bi Spaha Pasdaran û milîşên Efxan û Şî’eyên Îraqî û Hizbullaha Lubnanê, pişikdar in, û hemû hêzên navhatî jî, ji aliyê hêza esmanî ya Rûsiyê ve têne piştevanîkirin, lê serbarê wan hemû piştevaniyan, hêzên opozisyonê karîne ku li derdora bajarê “Şamê”, pêşkevtinên berçav bidest bixin.

Çavkaniyên fermî ên rejîmê bas ji vê yekê dikin ku, heyanî niha pitir ji 2100 kes ji terorîstên rejîmê di sûriyê de hatine kuştin.