Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cihgirê birêveberê giştî ê Halkbank a Tirkiyê bi sûçê dewrlêdana tehrîman hate girtin

21:28 - 29 Adar 2017

Kurdistanmedia: Mihemed Hakan Atîla, tawanbar e bi vê ku bi alîkariya Riza Zerab bazirganê Îranî-Tirkiyeyî tehrîmên li dijî Îranê dewr lêdane.

Li gora nûçegihaniya Royterzê serdozgerê Amerîkayê di dadgehîkirina tohmetbar de, ew tawanbar kir bi vê ku, bi sedan milyon Dolarî bo dewleta Îranê û şîrketên Îranî di navbera salên 2010 heya 2015 amade kirine, û tehrîmên Amerîkayê li dijî Îranî dewr lêdane.

Royterz dinivîse, ku berpirsyarên Tirkiyê ragehandine ku wan haj Mihemed Hakan Atîla nine.

Dadgehên Amerîkayî dibêjin ku Zerab bazerganê Îranî-Tirkiyeyî digel çend kesên din bi xapandina bankên Amerîkayî ji riya navnivîsiya ji şîrketên poşişî û faktorên tezwîr, tehrîmên Îranê dewr lêdane.

Riza Zerab di sala 2013`an de, bi sûçê gendeliya malî di Tirkiyê de hate girtin, ku bi sedema nêzîkatiya digel Erdoxan, serokwezîrê wî wextî ê welat, dengvedaneke zaf lê ket.

Ji aliyekî din ve dosiyeya Riza Zerab bi sedema pêwendiya wî digel Babek Zencanî, milyarderê Îranî û dellalê neftî ê dewreya Mehmûd Ehmedînijad di ragehandinên Îranê de jî, dengvedaneke berfireh hebûye.

Riza Zerab ê 33 salî, ku di Amerîkayê de di destbisergehê de ye, di meha Adara sala borî di Meyamî de hate girtin.

Rojnameya New York Taymzê roja Duşemiyê nivîsand, Riza Zerab, Rûdî Colyanî şaredara pêşîn a New Yorkê jî bi tîma hiqûqî ya xwe zêde kiriye. Rûdî Colyanî ji nêzîkên Tramp serkomarê Amerîkayê ye.