Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Demîrtaş dest bi gireva birçîbûnê dike

21:54 - 30 Adar 2017

Kurdistanmedia: Demîrtaş û parlemantarekî HDP roja Înê wê bikevin nava gireva birçîbûnê de.

Li gora daxuyaniyeke fermangeha navendî ya ragehandina HDP`ê Demîrtaş hevserokê HDP`ê û Ebdullah Zêdan parlemantarê HDP di bazineya Colemêrgê de, ku pêkve di girtîgeha cezayên giran li bajarê Edêrne hatine destbiserkirin, biryar dane ku roja Înê gireva birçîbûnê ragehînin.

Di daxuyaniyeke HDP de hatiye: Bi sedema reftara xirap ya birêveberê girtîgehê helwesta tund li dijî girtiyan, reftarên li dijî yasayê, û binpêkariyên li dijî mafên girtiyan, ku bûne sedma gireva çendîn rojan ya beşeke zaf ji girtiyên di nava girtîgehê de, û guhnedana birêveberê girtîgehê bi daxwazkariyên wan, û domandina zext û givaşan, û reftarên ne mirovî , me biryar daye, ji roja Înê ve gireva birçîbûnê ya xwe dest pê bikin, û bo raya giştî ragehînin, ku binpêkarî têne kirin, lewra gireva piraniya girtiyan berdewam dibe.

Demîrtaş û Yûksegdax hevserokên HDP û 12 parlemantarên heman firaksiyonê şeva 4`ê Kanûnê ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve bi tohmetên piropagendeya siyasî bo PKK û handana xelkê li dijî hikûmetê, û sivikatîkirina bi nirxên dewletê hatin girtin, û bi biryara dadwer hatin girtin.

Her wê demê gellek navendên parêzerê mafê mirovan li asta herêmî û cîhanî de jî, girtina Demîrtaş û hevalên wî şermezar kirin û daxwaz ji dewleta Tirkiyê kirin ku mafê mirovan bipê neke û rêz û boçûnên cuda bigre.