Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tîlersin digel Erdoxan û yildirim civiya

21:56 - 30 Adar 2017

Kurdistanmedia: Tîlersin Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê digel çavoşoxlo civiya.

Li gora nûçegihaniyan, di vê civînê de bas ji hewlên pakkirina Îraq û Sûriyê ji DAÎŞ`ê hate kirin, û herewisa pirsa girûpa Fethullah Gulen jî di vê civînê de kete ber bas.

Çavoşoxlo jî di konferansa xwe û hemkûfê xwe ê Amerîkayî de pêdagirî li ser radest kirina fethullah Gulen ji aliyê Amerîkayê ve kir. Navbirî dîsan bas ji vê kir ku nabe Amerîka çek û cebilxaneyan bi de YPG`ê.

Lê Tîlersin di vê derheqê de tiştek bi zelalî negot û bas ji girîngiya rizgarkirina Reqayê û alîkariya xelkê Sûriyê kir.

Herwisa navbirî ragehand ku Îran sebebkarê têkdana ewlehiya herêm ye, û got me di civîna xwe de bas ji rûbirûbûna bi Îranê re kiriye, ku nabe di herêmê de destêwerdanê bike.

Tîlersin piştre serdana Erdoxan kir û digel navbirî jî civiya.

Bi baweriya Tîlersin Tirkiye hevpeymanê wan e û roleke girîng di şerê li dijî DAÎŞ`ê de hebûye. Lê belê YPG li ser vê baweriyê ye, ku armanca sereke ya Tirkiyê pêşîgirtina ji deshilata Kurdan di bakûra Sûriyê de ye.