Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PSK`ê derheq roja Şehîdên Kurdistanê daxuyaniyek weşand

22:00 - 30 Adar 2017

Kurdistanmedia: PSK bi boneya 10`ê Xakelêweyê salvegera bidarvekirina Pêşewa û hevalên wî daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir, ku di beşek ji vê daxuyaniyê de hatiye:


10’ê Xakelêwe, roja bidarvekirina Pêşawayê nemir û hevalên wî ye. 10’ê Xakalêwe li Kurdistana Rojhilatê wekî “Roja Şehîdan” hatiye pejirandin.

Her wisa hinek partî û rexistinên Kurdistanî, ku partiya me jî yek ji wan e, ew roj wekî Roja Şehîdan pejiradine.

Di vê rojê da bi çalakiyên cur bi cur, şehîdên Kurdistanê têne bibîranîn, welatparêz û tekoşerên Kurdistanê peymanê nû dikin, ku nehêlin alayê şehîdan bikeve erdê, û rêbaz û xebata wan berdewam be.

Partiya me, Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, bi vê bonê va, li ber huzura hemû şehîdên Kurdistanê, carekî dinê kirnoş dibe û peyman nû dike, ku heya bidestxistina armanca şehîdan, ku rizgariya gel û welat e, xebatê bike.

PSK carekî dinê banga partî û rêxistinên welatparêz yên seranserê Kurdistanê, bi taybetî banga Parlamentoya Kurdistanê dike, ku 10’ê Xakalêweyê wekî Roja Şehîdan bipejirinin, daku di vê rojê da hemû Kurd pêkve şehîdên xwe bi bîr bînin.

Hêjayî basê ye ku PSK piraniya salan, di vê rojê de beşdar dibin, û digel PDKÎ vê rojê û şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin.