Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesatiyekî derdora bajarê Ormiyê koça dawiyê kir

17:12 - 1 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Kesatiyekî naskirî yê Kurd, li gundê “Pêsan” a ser bi herêma “Berdereş” a Ormiyê çû ser dilovaniya xwe.

“Ehmed Îsa Bêygî” kesatiyê herêma Berdereş a Ormiyê, ku di despêka serhildana tevgera rizgarîxwaziya gelê me li Kurdistana Rojhilat, tevlî refên PDKÎ bibû, bi sedema nesaxiyê koça dawiyê kir.

Ehmed Îsa Bêygî yê xebatkar, heya ku karî ji rêya şiyan û îmkanatên xwe yên taybet, di refên Hizba Demokrat de xebitî, piştre bi hinek sedemên taybet, liser îzna Hizba Demokrat vegeriya Îranê.

Ehmed Îsa Bêygî heya dawiya jiyana xwe bi rêbza Hizba Demokrat wefadar ma û take hêviya wî dîtina rizgariya Kurdistanê bû.

Navbirî çendîn caran ji aliyê dezgehên ewlekariya rejîmê ve ketiye ber zext û gîwaşên cur bi cur, lê liser rêbaza xwe berdewam ma.

Di vê derheqê de Hizba Demokrata Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesên Ehmed Îsa Bêygî û xwe di xem û kovana jidestçûna wî de bi pişikdar dizane.