Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Pêrlaşêzê 16’ê Îlonê hat bîranîn

18:20 - 17 Îlon 2012

Kurdistanmedia: 16’ê Îlonê 20’emîn Salvegera terora Dr. Şerefkendî li Pêrlaşêz a Parîsê bi rêve ço.

Pêka rapora Nûçegihanê Kurdistanmedia, hilkefta 16’ê Îlonê, rê û resmek ji bo bîranîna 20’emîn Salvegera terora Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî li Goristana Pêrlaşêz a Parîsê û li ser gorê Şehîdên Mîkonosê bi beşdariya birêz Mıstefa Hicrî, Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û hijmarek ji kesayetî û çalakên Siyasiye Kurd, bi rêve ço.

Birêz hicrî di wê rê û resmê de gotarek pêşkeşî beşdarbûyan kir û got: me ji bo terora Dr. Şerefkendî û hevalên wî, bi micit li pey çon kiriye, heya ku bi wê awayê em bikaribin zanyariyên zêdetir di wê warê de bi dest ve bînin. Lê muxabin heya niha tiştek berçav û girîng bi destê me neketiye, lê hin vedeng seva wê bûyerê hene ku em weke Partiyek Siyasî bi wan gengeşeyan pişta xwe girê nadin û em li ser belgeyan pêdagir in.

Di wê rê û resmê de Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, Partiya Sosyalist a Bakurê Kurdistanê, Komîteyên partiya Demokrata Kurdistana Îranê li Ewrûpayê, Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriye, “Rahê Karger”, Yekîtiya Fedayîyên Xelkên Îranê Zorîne û Komîteya Serbest a dij bi Serkota Welatiyên Îranê di wê rê û resmê de beşdar bûn.

Di dawiya wê bîranînê de beşdarbûyên rê û resmê, ji mezarê Şehîdên Mîkonosê ve heya gorên nemiran Qasimlû û Ebdulla Qadirî Azer rêpîvan kirin.