Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şîpela axabaniyan, bû serçopîkêşa newroza neteweyî!

14:10 - 6 Nîsan 2017

Mihemed Silêmanî

PDKÎ bi destpêkirina xebata siyasî û çekdarî li jêr navê Rasanê de, cardin pêşengbûna xwe selimand, û her di vê derheqê de jî, bi dirêjahiya dîroka xwe, li serveyî hizb û rêkxirawên din ên Rojhilata Kurdistanê bûye. Berhema xebat û tekoşîna salekê berî niha, ku di bin diruşma Rasanê de li Rojhilata Kurdistanê dest pê kir, komeke çemk û faktên bê bingeh li ser hêz û nifûza PDKÎ pûç kirin. Gellek hêz û deste û alî li ser vê baweriyê bûn, ku êdî PDKÎ ew hêza wê ya caran nemaye, ku bikare şoreşê di Kurdistanê vegeşîne, û bi hêzê ve berbirûyê rejîma teroroîst a axûndî a Îranê bibe, lê niha berevajiya wê rast e.

Newroza îsal, newroza axabaniyan, bi xweşî ve şîpelên beşdarî û hatina bo nava qadê ya tex û qatan, karbidest bi tewahî nîgeran kirin, û bo dapoşîna nîgeraniyên xwe jî, wan dest kirin bi azardana xelkê, her wekî pîşeya xwe ya derbazbûyî. Rasan û newroza axabaniyan, li serhildana dîroka nû ya gelê me de, girîngî û taybetmendiya xûya û berçav ya xwe, wergirtiye, û dengbilindkirin, û pêşwazîkirina ji newrozê li jêr diruşma `em jî hêvinê piraktîzekirina axabaniyan in` nîşaneya peyama siyasî û teşkîlatî ye di navxwe ya Rojhilat ve bo têkoşerên azadîxwaz ên çiya.

Tevgera şoreşgerî di Rojhilata Kurdistanê de, bi ser gellek qonaxên nexweş û tarî û kendalkorên siyasî û civakî de zal bûye, û bi alîkarî û dilgermî û piştevaniya berfireh ya civatên xelkê Kurdistanê, li ser bingeha form û metod û mîkanîzma berkar de, pêvajoya xebat û berxwedana xwe domandiye. Destpêkirina xebata siyasî û çekdarî li jêr diruşma Rasanê de, bi xatircemî ve, bandoreke gellek kûr û mezin li ser rewşa siyasî û rêkxistinî di nava hêzên têkoşer ên Rojhilata Kurdistanê de daniye. Niha jî ji hemû demekê zêdetir xebata bajar û çiya hewcehiya wê bi yekrêzî û hevpiştiya giştî heye, û serhevxistina hêz û nifûza siyasî û teşkîlatî, di navxwe ya welat de, parsenga hêzê li berjewendiya tevgera siyasî a Kurd de diguhere.

Demekê ku di pêşwazîkirina newroza îsal de, şîpela axabaniyan bûne serçopîkêşa wê bîranîna neteweyî, bêguman berhema tekoşîna çendîn salî ya xortên wê ye di pêxema armanca rizgariya neteweyî de.

Bilindragirtina yad û bîra newrozê bi axabaniyan, nîşaneya hişyarî û serwextiya siyasî û neteweyî a gelê Kurd div ê beşa Kurdistanê de ye, û di byaveke din de jî, bêzarî û nerazîbûna li dijî hikûmeta axûndî a Îranê ye. Deshilatdarên Tehranê û neyarên tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd de, dilê xwe bi vê xweş kiribûn, ku êdî tiştek bi nave şoreş û hesta berbirûbûnê di nava hêzên siyasî û têkoşerên Rojhilata Kurdistanê de nemaye, û ji vê kanalê ve hewl didan, ku tovê bêhêvîtiyê di nava dilê xelkê de biçînin.

Lê Rasan û newroza axabaniyan, ew xewna karbidestên leşkerî kire bilqa ser avê, û ya k u rejîm û hevbaskên wê, bîr jî, jê nedikirin, niha bi çavên xwe dibînin, û hest pê dikin, û yekrêzî û yekdengî û hevpiştiya neteweyî û pêwendiya xebata çiya û bajar ji wan re eşkere bûye.

Di welatekê de, ku xelk hest bi hebûna xwe neke, û ji vê xêr û bêra welatê xwe bihê dûrxistin, û her cure azadiyeke eşkerekirina boçûnan lê bihê zewtkirin, nîşaneya zalbûna rewşa siyasî û emnî ye, û ya niha û salên borî, di Îranê û Kurdistanê de bi rê ve çûn, dirêjkiriya siyaseta serkut û tirsandinê, ya rejîma axûndî di hemberî gelên welat de bûye.

Tekoşîna hevbeş û pilatforma neteweyî li ser bingeha berjewendiya giştî ya xelkê Kurdistanê ku hêzên siyasî ên Rojhilata Kurdistanê li dewra maseyê kom bike, bêguman bandora wê li ser rewşa navxwe ya welat dibe, û ew yekgirtina siyasî niha hewcehiyeke dîrokî ye.

Lewra jî dibe ku Rasan û newroza axabaniyan bi destpêka dewreyeke nû ji dîroka serhildana tevgera rizgarîxwaziya Kurd bihê danîn, û hewl bête dayîn ku hemû aliyek piştevanê vegeşandin, û bihêzkirina vê tevgera sertaserî bin.