Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurd û destûra nû ya Turkiyê

14:16 - 6 Nîsan 2017

Elborz Ro’înten

Guherîna zagona Turkiyê ku guherîna sîstema deshilatdariyê jî bi dû xwe re tîne, yek ji mijarên herî çarenivîssaz ên welatê Turkiyê ye ku, di 16’ê Aprilê de vê bikeve refrandomê. Ew guherînkariya han wê girîngiyekî taybet hebe bo Turkiyê, jiber ku wê sîstema çendîn salî biguhere û beşek din ji zagona Turkiyê ku di sala 1982’an de ku bi zagona kûdetaya “Ken’an Ewren” tê naskirin, wê bê guhertin.

Guherîna vê zagonê di pirograma hemû partiyên din de heye, û tenanet di çend salên derbazbûyî de beşek ji vê zagonê ku di qazanca gelê Kurd de bû hate guhertin. Lê guherînkariya vê carê ku di 18 xalan de hatiye darêtin, bona guherîna sîstema parlimanî ye bo sîstema serokatiyê ye, ku eva jî daxwaza Receb Teyîb Erdoxan ê serkomarê niha yê Turkiyê û serok û avakerê AKP ye ku, bi yek ji siyasetvanên herî bibandor di 2 dehikên derbazbûyî di Turkiyê de tê hesibandin ku, kariye di hemû hilbijartinên 15 salên derbazbûyî di Turkiyê de, û berî wan hilbijartina bajêrvaniya Îstembolê de jî, serkevtinê bidest bixe, û niha jî xwediyê gelaleyeke ye bo sala 2023’an ku têde dixwaze di 100’mîn salvegera avakirina Sîstema Komarî di Turkiyê de, welatê xwe di warê aborî û hêz de bixe nava 10 welatên sereke ên cîhanê de.

Erdoxan vê guherînkariyê û anîna sîtema nû bi hewcehiyekê bona gehîştina Turkiyê bi vê wîzonê dizane, lewra AKP’ê di sala derbazbûyî de û bitaybetî di dema birêveçûna Pêvajoya Aşîtiyê de, hewla vê guherînê û gellek guherînkariyê din bitaybetî digel HDP’ê dest pê kir, lê tu yek ji wan negehîştin encamê, û tenanet piştî biserketina di hilbijartinên sala derbazbûyî de û bidestxistina 82 kursiyan ji aliyê HDP’ê ve, û derketina aloziyan di navbera herdu pariyan de, û jinavçûna Pêvajoya Aşîtiyê û derketina şer û pevçûnan di Turkiye û Kurdistana Bakûr de, çend heyvan berî niha li ser destpêşxeriya MHP’ê, bingeha wan guherînkariyan digel AKP’ê hate dayîn û paketa nû ku ji 18 madeyan pêk tê ji aliyê parlimana Turkiyê ve hate pejirandin.

Niha jî li gund û bajarên Turkiyê û Kurdistana Bakûr de bangeşeya pejirandina vê guherînkariyê ji aliyê xelkê ve tê kirin û herweha dijberên vê guherînkariyê jî ku CHP û HDP û gellek partiyên din ji xwe digire, hewla retkirinê didin.

Bona vê ku pêgeha piştevan û dijberên vê guherînkariyê û pêgeha gelê Kurd di guherînkariyên zagona Turkiyê de bê şirovekirin, di despêkê de bi kurtî emê bas ji madeyên nû ên vê zagonê bikin, bona vê ku bi berçavronî mijar bê şirovekirin.

Madeya 1 : Madeya Nehemîn a zagona Turkiyê ku dibêje dadwer serbixwe ne, wê peyva “Bê Alî” jî pêve bê zêdekirin û bi vî awayî dibe; “Dadwerên serbixwe û bê alî.

Madeya 2 : Madeya 75 a zagona berê ku dibêje 500 endamên parlimanê, wê bo 600 Endamên parlimanê bê guherîn.

Madeya 3 : Benda Yekem û madeya 76 a zagona berê, hejmara 26 heyvan wê bo 18 heyvan biguhere û di benda duyem de risteya, “Ewên ku xizmeta leşkirî nekirine”, wê bo “Rewiyayiyên xizmeta leşkirî” biguhere.

Madeya 4 : Madeya 77 a zagona berê wê bê guhertin bi vî awayî; “Hilbijartinên serkomarî û parlimana Turkiyê 5 salan carekî wê bê lidarxistin û endam parliman dikare careke din ji xwe berbijêr bike, û hekî di hilbijartina serkomar de jî, berbijên nekarî dengên piraniya dengan bidest bixe, wê qonaxa duyemîn a hilbijartinê bi rê ve here”.

Madeya 5 : Madeya 78 a zagona berê wê bê guhertin bi vî awayî; “Erkên parlimana Turkiyê wê yasa danîn, yasa guherîn û nehêlana yasayan be. Yasaya bûdce û hisaba diyarîkirî şirove û dipejirîne.

Çapa Pere û ragehandina şer û pejirandina lihevkirinên navnetewî û biryardan li ser bexşînên giştî û taybetî bi zorîneya 3 liser 5 a parlimanê û herweha bicihanîna erk û mafên din ên diyarîkirî di zagona Turkiyê de, diyarî dike”.

Madeya 6 : Madeya 98 a zagona berê, wê bê guherîn bi vî awayî; “Parlimana Turkiyê ji rêya lêkolîna parlimanî û şiroveya giştî û lêpirsîna parlimanê û ji rêya pirsyarên nivîskî û wergirtina zaniyariyan, erkên xwe ên çavedêriyê bi rê ve dibe. Lêkolîna parlimanê bona lêkolîna ji mijareke diyarîkirî ,bi merema bidestxistina zaniyariyan hewce ye. Şirovekirina giştî bi merema şirovekirina mijareke diyarîkirî ji çalakiyên hukûmet û xelkê di civîna giştî a parlimanê de ye. Lêkolîna parlimanê ji serkomar û cîgir û wezîrên wî/wê li ser wan mijaran ku di benda pênc û şeş û heftem a madeya 106 a zagonê hatine diyarîkirin, pirsyar bi nivîskî, pirsyara endaman e li serkomar û cîgir û wezîrên wî/wê, bi merca bersivdanê di heyamê kêmtir ji 15 rojan de.

Şêweya destpêkirin û encamdana erkên ku hatine baskirin li gorî peyrewa hundirîn a parlimanê û yasayên peywendîdar wê bibe.

Madeya 7 : madeya 101 a zagona berê diguhere û di wir de amaje bi mercên serkomar dike ku gerek temenê wî/wê pitir ji 40 saliyê be û regeznameya Komara Turkiyê hebe û rasterast bo heyamê 5 salan ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin, û gerek ji aliyê partiyekî be ku di hilbijartina herî dawiyê de, aliyê kêm%50 dengan bidest xistibe û 100 hizar deng bidest xistibe tê hilbijartin, û her kesek tenê dikare 2 gerran bibe serkomar. Hilbijartina serkomar di çend qonaxan de tê encam dayîn, hekî piraniya diyarîkirî bidest nexistibe, hilbijartin wê here gerra duyem, û herweha çavaniya hilbijartinê li gorî yasayê tê rêkxistin.

Madeya 8 : Madeya 104 a zagona berê tê guherîn û têde dibêje; “Serkomar berpirsê deshilata cîbicîkirinê ye û cîgirên xwe û kabîneya hikûmetê diyarî dike û hikûmetê bi rê ve dibe. Serokê deshilatên herî bilind diyarî dike û jikar der dixe, û nûneratiya xelk û dewleta Turkiyê dike û madeyên zagonê birêve dibe, û hekî hewce be di despêka sala nû ya yasa danînê de daxive û pirograman li ser mijarên cuda cuda birêbe dibe, bi navê parlimanê serokatiya hêzên çekdar dike û siyaseta Encumena Asayîşa Netewî dadirêje, û peywendiyên Turikye û welatên din rêk dixe û nûnerên welatên bîhanî qebûl dike û ...hwd”.

Madeya 9 : Madeya 105 a destûra berê tê guhertin û tê de bas ji çavaniya lêpirsîna ji serkomar dike dema tawanekî encam bide, û eva jî bi dengê piraniya perlemanê wê bê encamdan û mîkanîzma wî karî tê diyarîkirin.

Madeya 10 : Madeya 106 a zagona berê tê guherîn û têde îşare bi çavaniya kar û danîna cîgir û wezîr û wekaletan ji aliyê serkomar ve dike û herweha bi her sedemekî serkomar nekare erkên xwe cîbicî bike, di heyam 45 rojan de wê hilbijartin bê encamdan, û hekî parlimanê jî kêmtir ji salekî dem mabe, wê parliman jî bê nûkirin.

Herweha hesaneya (parêzbendiya) endamên parlimanê dide bi wezîr û cîgirên serkomar ku li derveyî parlimanê têne diyarîkirin. Herweha çavaniya wergirtina hesaneyê û destpêkirina lêpirsînan di dema encamdana tawanan diyarî dike.

Madeya 11 : Madeya 116 a zagona berê bi vî awayî tê guherîn; “Parliman dikare bi zorîneya 3 liser 5 a endamên parlimanê biryarê bide hilbijartina parliman û serkomar bê nûkirin, herweha serkomar jî dikare hilbijartinên parlimanê nû bike, bi mercê nûkirina hilbijartina xwe,û herweha di dema nûkirinê de ev gerra serkomariyê jê re tê hesibandin.

Madeya 12 : madeya 119 a zagona berê tê guherîn, bi awayekî ku, çavaniya ragehandina rewşa awarte di demekî diyarîkirî de û çavaniya birêvebirina karûbarên hikûmetê ji aliyê hikûmetê ve diyarî dike.

Madeya 13 : bi madeya 142 a zagona berê bendek hatiye zêdekirin ku têde amaje bi çavaniya damezirandina dadgeha leşkirî dike ku xincî disiplînên şer, avakirina vê dadgehê girê dide bi hebûna şer.

Madeya 14 : Serbarê çend guherînkariyan di madeya 159’ê de, çavaniya destnîşankirina endamên Encumena Dadwer û Dozgerê Giştî ku ji 13 endaman pêk tê ji aliyê serkomar ve, ku hevdem serokê vê encumenê û Wezîrê Dadê û 2 şêvirmendên wî/wê ye.

Herweha beşek zêde ji wan endaman ji aliyê serkomar ve bi awayê rasteras û nerasterast tên diyarîkirin. Herweha çavaniya destnîşankirina endameke nû di dema nemana endameke din de diyarî dike.

Madeya 15 : Madeya 161 a zagona berê ku taybete bi mijara bûdce ye, tê guherîn û bas ji vê yekê dike ku, serkomar bername û bûdceya yek salî bo hemû wezaret û dezga û desteyên hikûmetê diyarî dike û bona şirovekirinê dişîne parlimanê û li wir tê pejirandin.

Madeya 16 û 17 û 18 bi giştî çavaniya guherîna madeyên zagona berê bona guncandina digel zagona nû de ye, ku hejmarek zêde ji made û bendên wê têne guherîn. Jiber ku sîstema birêveberiya Turkiyê ji parlimanî ve diguhere bo serokatiyê.

Ev 18 made bi hejmar kêm in, lê di naverok de gelek mijaran di Turkiyê de diguhere. Di despêkê de bi kurtî sedema razîbûn û dijatya hêz û aliyên siyasî di qada siyaseta Turkiyê de emê bas bikin.

Hêz û aliyên razî:

AKP û MHP ku weke hêzên sereke yê piştevanê vê guherînkariyê ne û darêtina vê guherînkariyê jî ji aliyê wan ve hatiye encamdan, sedema hewcehiya bi vê guherînkariyê weha şirove dikin: “Sîstema niha ya Turkiyê ku berhema kûdetaya sala 1980’î a serleşkirê Turkiyê “Ken’an Ewren” e, û wî deshilata cîbicîkirinê di navbera serkomar û serokwezîr de ku hikûmetê jî li xwe digire parve kiriye, û piştre bi xwe bûye serkomar, wate serkomarek bi deshilatên zêde ve daniye bi bê lêpirsînê. Herweha di hinek waran de hekî serkomar û serokwezîr xwediyê nêrînê cuda bin, wê kêşe û alozî derkevin holê û ewlehiya welat tevlîhev dike, bitaybetî piştî guherîna şêweya hilbijartina serkomar li parlimanî ve bo hilbijartina rasterast di nava xelkê de. Herweha sîstema niha xwediyê arîşe û astengên zêde ye ku dibine sedema rêveberiyeke xirab û gendeliya îdarî û gellek mijarên din ku nikarin di rewşa niha ya Turkyê de bersivder bin, lewra remza pêşkevtin û gehîştina bi armancên wîzyona 2023 a Turkiyê û AKP, di gireva vê guherînê de ye. AKP herweha gotinên her du serkomarên berê yê Turkiyê “Silêman Demîrêl” û “Turgut Uzal” li hember hewcehiya hebûna sîstemekî bi vî rengî, weke belge bo selimandina rastî û dirustiya guherînkariyê dixin ber bas.

Hêz û aliyên dijber:

HDP û CHP û gellek hêz û aliyên din li dijî vê guherînkariyê ne. Ew guherîna wan 18 madeyan bi guherîna rejîmê dihesibînin, û tenanet bas ji vê dikin ku piştî serkevtina vê guherînkariyê di refrandomê de, hikûmet dibe takekesî û yek kes hikûmetê bi rê ve dibe, û eva jî dibe dîktatorî û tenanet ev deshilatên ku di destûra nû de bo serkomr hatine dayîn, ji deshikata “Paşa” jî zêdetir in, û bi tewahî parliman lewaz kiriye û nikre çavedêriyê biser hikûmetê de bike.Herweha bi diyarîkirina endamên encumena dadweriyê û dozgerê giştî bi tewahî dest biser deshilata Dadê de digre û eva jî dîktatoriyê berhem tîne.

Herweha ev deshilatên ku serkomar bona nûkirina parlimanê ku bi hiloşandina parlimanê tê navbirin û deshilatên din ên weke diyrîkirina serokê gellek deste û dezgeh û biryarên di dema rewşa awarte de, Turkiyê ber bi dîktatorî û biryara takekesiyê ve dibe.

Kurdên Turkiyê:

Beşek ji gelê Kurd di çarçoveya AKP de razî ne bi guherîn zagona Turkiyê ku rêjeya wan Kurdan ne diyar e, û beşek ku xwe nêzîk ji HDP dibînin bi tewahî li dijî vê guherînê ne.

Eva ku zelal û eşkere ye eva ye ku, di zagona nû de tu tiştek bo gelê Kurd nehatiye dayîn, jiber ku yek ji sedemên sereke beşdarnebûna Kurdan di nivîsandina vê zagonê de bû.

Nasyonalîstên Turk ne tenê di vê zagona nû de, belkî di sedsalên derbazbûyî de di nivîsandina zagona Turkiyê de xwedî rol bûne û sedema sereke ya zulm û zordariya di Turkiyê de bûne, lê zulm û zordariya vê carê ya li ser Kurdan, beşek zêde dikeve stûyê gelê Kurd bi xwe, jiber ku piştî serkevtina di hilbijartinê de û bidestxistina pitir ji 80 kursiyên parlimana Turkiyê, dikarîn siyasetekî weha bigirine pêşiya xwe ku di nivîsandina zagona nû ya Turkiyê de rolê bilîzin. Hekî danûstanên di navbera AKP û HDP de berdewam ban, niha hinek made di zagona nû de hebûn ku bi qazanca gelê Kurd bûn, jiber ku hêza MHP û HDP weke yek in, lê mixabin niha bas ji xwastekên MHP tê kirin û Kurd bêpar e. Jiber ku hemû mercên MHP avakirina Turkiyayekê ye ku bi qazanca gelê Kurd nebe.

Çalakvan û siyasetvanên Kurd li Kurdistana Bakûr gerek pêdeçûnê bi ser siyasetên xwe de bikin, ka gelo çima ber bi paşve çûn?, da ku bibe waneyek bo pêşerojê. Niha Kurd nikarê bê lêkolîn pêngavan ber bi pêşve bavêje, lewra gerek hûrbînî liser vê siyaseta şaş a gelê Kurd were kirin.

Herweha hekî di Turkiyê de zagonek weha bê nivîsndin ku rengvedana astengên di nava Turkiyê de nebe, bê guman sibê an 2 sibê carek din asteng wê derkevin holê, û turkiye jî nikare bê çareseriya wan astengan, bigîje armancên xwe yên diyarîkirî.

Bi kurtî bi pejirandin an jî ret kirina vê zagonê ji aliyê xelkê ve, serkevtin û gehîştina bi mafê gelê Kurd girêdayî ye bi rêkxistin û yekxistina hêza Kurd, eva jî merc nine ku hemû di hêzekî de bin, belkî dikare di çend hêzên hemaheng de be, lewra jî gerek Kurd bo vê yekê bixebite.