Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî mêjîn ê PDKÎ koça dawiyê kir

16:04 - 26 Adar 2017

Kurdistanmedia: Pêşmergeyekî mêjîn ê PDKÎ li bajarê Pîranşarê koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Şemiyê 5`ê Xakelêweyê seyîd Necmedîn Ebdullahpûr kurê seyîd Husên xelkê gundê Celdiyan a ser bi Pîranşarê koça dawiyê kir.

Navbirî di sala 1358`an de, tevlî refên PDKÎ bû, û di hêza Mela Aware (Qendîl) a wê demê de hate organîzekirin.

Kak Seyîd Necmedîn heta sala 1363`an pêşmergatî kir, û piştre li ser îzna hizbê vegeriya nava malbata xwe, û dest bi jiyana asayî kir, lê heya dawî demên jiyana xwe, PDKÎ di dilê wî de bû.

Hewceyî îşarepêkirinê ye, ku bavê navbirî kak seyîd Husên endamê komîteya navçeya Berbine bû, û sala 1362`an a Rojî, bi sedema pîrbûnê, dev ji pêşmergatiyê berda, û niha koça dawiyê kiriye.

Termê navbirî di nava girseya xelkê Celdiyanê de bi axê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarê navbirî, û xwe di xema wan de şirîk dizane.