Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî Hizba Demokrat koça dawiyê kir

14:44 - 30 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Dayîka şehîdekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi navê “Fatime Rehmanî” li Kamyaranê koça dawiyê kir.

Li gorî nûçeya gehiştî destê malpera Kurdistanmedia yê, roja Înê 20’ê Nîsana 2017’an “Fatime Rehmanî” dayîka şehîd “Mehmûd Baz’efken” li gundê “Zêwiye” ya ser bi bajarê Kamyaranê koça dawiyê kir.

Navhatî mirovekî şoreşvan û xwedî bawerî bû, û berdewam şanazî dikir ku dayîka şehîdekî Hizb Demokrat a Kurdistana Îranê ye.

Termê “Fatime Rehmanî” di nava aporaya xelkê de bi axa pîroz a nîştiman hate sipartin.

Şehîd “Mehmûd Baz’efken” sala 1961’an a Zayînî li gundê “Zêwiye” a ser bi bajarê Kamyaranê hatiye dinê û piştî hatina nava PDKÎ de, berwarê 31’ê Gelawêj a sala 1362’an a Rojî, li derdora “Serşêlane” tê şehîdkirin û li gundê “Mêrgesar” bi axa pîroz a nîştiman hatiye sipartin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kes û karên navbirî û xwe di xem û kovana jidestçûna navbirî de bi pişikdar dizane.