Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Siyasetên têkderane rejîma Îranê roj bi roj zêdetir îzole dikin

14:29 - 20 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Siyasetên destêwerdan û têkdana ewlehiya welatên Rojhilata navîn ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve, bûye sedem ku welatên xwedî hêz ên herêmî û cîhanî di vê derheqê de hoşdariyê bidin.

Di vê derheqê de serkomarê Turkiyê Receb Teyîb Erdoxan ragehand ku, rejîma Îranê siyaseta zêdexwaziyê liser bingeha Farsîzmê di herêmê de peyrew dike û eva jî dibe sedema nerihetiya me û aloziyan çê dike.

Erdoxan di hevpeyvînekî de digel kanala El-Cezîre de ragehand ku, zêdexwaziyên rejîma Îranê ne ku, liser bingeha Farsîzm û geşkirina agirê şerê tayîfî hatine darêtin û bûne sedem ku welatên Sûriye û Îraq ber bi hiloşandinê ve herin.

Eva di demekî de ye ku berê jî çendîn caran rayedarên dewleta Turkiyê siyasetên rejîma Îranê di Herêmê û bi taybetî di Îraq û Sûriyê de renxe kirine.

Hevdemduh Çarşemî 19’ê Nîsna 2017’an “Rex Tillerson” ê wezîrê berevaniya Amerîkayê di gotarekî de liser siyasetên têkderane yên rejîma Îslamî ya Îranê sekinî û ragehand ku, rejîma Îranê bi gotin û bi kiryar hewla afirandina şer û aloziyan di herêmê de dide.