Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa mûşekî ya sînordar û peyameke bê sînor

21:48 - 20 Nîsan 2017

Elborz Ro’înten

Piştî vê ku êrîşa kîmiyayî ya balafirên Beşar Esed bûye sedem ku pitir ji 100 kes li bajarokê “Xan Şîxon” a ser bi parêzgeha Êdlibê canê xwe ji dest bidin û bi sedan kesî jî birîndar bikevin, cîhan careke din şahîdê êrîşeke bi vî rengê bû ku ji aliyê rejîmeke dîktator ve, xelkê welat bibe armanca bombeya çekên qedexekirî ên kîmiyayî.

Êrîşa Xan Şîxonê dengvedanên berfireh di cîhanê de bi dû xwe re anîn, û tenanet Civata Ewlekariyê ya ser bi “NY” civînek awarte di vê derheqê de lidar xist. Herçend Beşar Esed ev êrîşa kîmiyayî ji aliyê artêşa xwe ve ret kir, lê civaka cîhanî û bitaybet Rojavayî, berevajî Beşar Bsed bi tawanbarê sereke dan zanîn, û tenanet rejîma Îslamî ya Îranê jî, bi tawana piştevaniya ji Beşar Esed rexne kirin.

Piştî vê êrîş Amerîkayê him di “NY” de û him jî ji ziman Donald Trump ve, êrîşa han bi tundî pirotesto kir, û bi kiryar jî 59 mûşekên “Tomahawk” ji balafirxaneya “El-Şe’îrat” xistin ku, bona êrîşa kîmiyayî mifah jê hatibû wergirtin.

Ew êrîşa mûşekî di demekî de hate encamdan ku, serkomarê welatê Çînê li Filorîdayê mêhwanê Donald Trump bû, û eva jî bi xwe watedar bû. Herweha piştî êrîşa han cîhanê li Rûsiyê dinêrî ku yeke din ji welatên xwedî hêz ên cîhanê ye,jiber ku êrîşa ser balafirxaneya El-Şe’îratê, bersivek bû bo Rûsiyê jî ku piştevaniyê dide Sûriyê, bitaybetî ku bas ji vê dihate kirin ku pêrsonêlên Rûsiyê jî di balafirxaneya El-Şe’îratê de hene.

Her di despêkê de, serkevtina Donald Trump û eşkerebûna nîgeranî û kêfxweşiya welatên herêma Rojhilata Navîn di vê derheqê de, ev yek selimand ku, cîhan vê bînerê guherîna siyasetên welateke xwedî hêz yê weka Amerîkayê di herêmê de.

Jiber ku siyasetên 8 salî ên Barak Obama bûne sedem ku destên rejîma Îslamî ya Îranê bona destêverdanên di welatên herêmê de zêdetir vekirî be, bi awayekî ku Komara Îslamî ji rêya wan destêverdanan ve, poyenên hewce di dema danûstanan de, li welatên Rojavayî bidest dixistin.

Lewra hemû cîhan li benda êrîşeke weha ji aliyê Amerîkayê ve bû, û ev êrîşa mûşekî ya sînordar çendîn peyaman ji xwe digirtin ku tenê taybet bi Sûriye û sînorên Sûriye nine, belkî gellek welatên din ji xwe digire. Lewra herçiqas şiroveya hatineserkar a Donald Trump û siyasetên wî di herêmê de girîng bû, şiroveya peyama di encama êrîşê de jî girîngiya xwe heye.

Yekemîn peyam bo Beşar Esed bû ku sala 2003 û êrîşa leşkirî ya Amerîkayê bo ser Îraqê anî bîra Beşar Esed, jiber ku wî çaxî jî bi hinceta hebûna çekên kîmiyayî êrîş bir ser Îraq û dîktatoriya Sedam Husên û herifand. Herweha selimand ku dewleta Donald Trump bi kiryar siyasetên nû birêve dibe, û hekî hewce be wê êrîşên mûşekî encam bide, da bi wî rengî sînoran bo kiryarên rejîma Beşar Esed diyarî bike.

Peyama Duyemîn bo rejîma Îslamî ya Îranê bû, jiber ku xincî otorîteya rejîma Îslamî ya Îranê li ser Esed û Sûriyê, otorîteya Îranê li ser Hêza Esman ya Beşar Esed û bikaranîna balafirvanên Îranî di êrîşên esmanî ên di Sûriyê de jî hebû, û eva jî bo zor kes û aliyan ne zelal e. Lewra beşek berçav ji berdewamiya şer û mana Beşar Esed, çêkirina alozî û nakokiyên di navbera Rûsiye û Turkiyê û herweha Sûriye û Turkiyê de ji rêya hêza esmanî ya Sûriyê ve bû, eva jî bûye sedem ku rejîma Îranê bibe ekterê herî sereke di şerê Sûriyê de, û pîlanên vê rejîmê bi başî bêne cîbicîkirin. Lê êrîşa mûşekî ya Amerîkayê nîşan da ku êdî ew rewş ber bi bidawîhatinê ve diçe, jiber ku Amerîkaya di serdemê Trump de, tenê li bûyeran nanêre, belkî bertek û dijkiryarên xwe wê hebin, bitaybetî êrîşa bo ser balafir û balafirxaneyan gerek xwediyê vê peyamê be.

Peyama Sêyemîn bo Rûsiyê bû, jiber ku Rûsiye jî bi pîlanên rejîma Îranê ve ber bi qopiya Sûriyê ve hatiye rakêşan. Ev êrîşa han bi bê hemahengiya digel Rûsiyê, tenê ji rêya haydarkirina di demên dawiyê de, peyameke zelal bû bo Rûsiyê ku gerek destan ji piştevaniya Beşar Esed berde, û ji hevkêşeyên rejîma Îranê derkeve, û hekî karek weha neke wê digel bertekên tund ên Amerîkayê berbirû be. Vê êrîşê herweha selimand ku rast e ku Rûsiye welatek bi bandor e, lê nikare weke Amerîkayê xwedî hêzekî hertimî be, û tenanet dibe ku bê piştguh xistin jî, renge eva jî bibe sedem ku Rûsiye pêdeçûnekê bi siyasetên xwe de bike, û ji vê hevkêşeyê ku tenê rejîma Îranê qazancê jê dike û berdewam mirovahiyê azar dide, derkeve.

Hevdem nabe piştevanên vê êrîşê, ên weke Erebistan û Turkiye û Îsra’îl bêne jibîrkirin ku, hêla hevkêşetiya xwe digel Amerîkayê pirrengtir ji berê kirin, û bi piştevaniya fermî ya xwe, peyama bandora eniya xwe di pêşerojê de gihandin guhê hemû aliyekî û li serweyî hemûyan, rejîma Îslamî ya Îranê.

Bêguman şer û aloziyan rewşa Rojhilata Navîn gellek aloz kiriye bo mirovahiyê, lewra alîgiriya ji şer ne baş e, lê rastbûna siyaseta herêmê û destêwerdanên Îranê ku sedema sereke ya wan şer û aloziya ne, hekî ji rêya zext û givaşa rasterast û tenanet êrîşên wisa nebe, eva kes nikare sînorekî bo hovîtiya wan dîktatoran diyarî bike, lewra ez êrîşên weha bona rêgiriya zêdetir ji xwînrêjandina zêdetir û wêrankariyên berfirehtir, bi baş û hewce dizanim.