Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nesrîn Ehmedî: “Ez weke jine pêşmergeyek di nava Mekteba Demokratê de gellek tiştan fêr bûm, fêr bûm ku xweragir bim”.

21:51 - 20 Nîsan 2017

H: Arif Vêlzî

Mekteba Demokrat di sedsala derbazbûyî de hertim mektebek bihêz bûye ku, çendîn nifş têde hatine perwerdekirin û di pêşeroja gelê xwe de û xebata bona bidestxistina mafên gelê xwe de, xwedî rol û bandorekî bihêz bûye. Lewra perwerdeya di nava PDKÎ karek weha kiriye ku hemû zarok û bitaybetî dayîk û bab şanaziyê bi perwerdeya Hizba Demokrat, û piştre bi serkevtinên zarokên xwe bikin ku di vê mektebê de hatine perwerdekirin.

Nesrîn Ehmedî jî yek ji wan jin û dayîkên Kurdistanê ye ku piraniya temenê xwe, di nava Mekteba Demokratê de, bi xebata bona azadiyê derbaz kiriye, û niha jî şanaziyê bi Hizba Demokrat dike û dibêje ku, Demokrat mektebeke bihêz e bona perwerdekirina zarokan.

Nesrîn Ehmedî keça “Ebdulla”, sala 1971’an (1350) li gundê “Merexêl” a ser bi bajarê “Cuwanro”yê, di malbateke welatparêz û xebatkar de hatiye dinê.

Nesrîn Ehmedî nasyarî û tevlîbûna xwe tevî PDKÎ weha ji Agiriyê re bas dike: “Di despêkê de babê min pêşmergeyê PDKÎ bû, her eva jî sedem bû ku ez di zarokatiya xwe de PDKÎ nas bikim. Babê min piştî şoreşa gelên Îranê û fermana “Cîhad” a Xumeynî, bi sedema encamdana karên siyasî awareyî welatê Îraqê bû. Piştî heyamekî dayîka min jî bi sedema zext û givaşa rejîmê neçar ma ku zarokên xwe bi cih bihêle, û bê bal babê min li Îraqê. Piştî derbazbûna çend salan, dema ku temenê min tenê 5 sal bû, ez û xûşk û birayên xwe ji rêya qaçax ve hatin Îraqê û em careke din gehîştin dayîk û babên xwe. Heya temenê min bûye 18 salî min digel malbata xwe jiyana xwe di awareyiyê de derbaz kir, piştre min jiyana hevpar digel pêşmergeyekî Hizba Demokrat ava kir, û bi fermî ez hatim nava refên malbatên pêşmergeyên Hizbê de”.

Nesrîn Ehmedî derheq bi jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Temenê min 18 salî bû ku min jiyana hevpar digel pêşmergeyekî Hizba Demokrat bi navê “Qadir Moradî” ava kir û piştî salekî em bûn xwediyê keçekî bi navê “Neşmîl”. Lê dema temenê Neşmîla keça me tenê 4 heyv bûn, babê Neşmîl bona birêvebirina erkên hizbê vegeriya Kurdistana Rojhilat û ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve hate girtin. Mixabin piştî 18 heyvan îşkenceyên curbicur “Qadir Moradî” digel 4 pêşmergeyên din ên PDKÎ li girtîgeha “Dîzilabad” a Kirmaşanê hate îdamkirin. Piştî şehîdkirina hevjînê min ez vegeriyam mala babê xwe û heyamê 5 salan min Neşmîla keça xwe xwedî û mezin kir. Paşan min careke din jiyana hevpar digel pêşmergeyekî din yê PDKÎ bi navê “Ebdullah Rehîmî” ava kir û berhema jiyana me niha 2 keç û kurek in”.

Nesrîn Ehmedî derheq bi çavnihêriya xwe ji PDKÎ weha dibêje: “Ez şanaziyê bi derbazbûyî û pêşeroja xwe dikim, ez pir kêfxweş im ku min zarokên xwe di nava PDKÎ de mezin kirine, gellek spasiya Hizba Demokrat dikim ku di perwerdekirin û xwendina zarokên me de rola sereke dilîze. Ez xwe bi qerdarê Hizba Demokrat dizanin, serbarê vê ku keça min ya mezin keça şehîdekî Hizba Demokrat e, lê ez her spasiya Hizba xwe dikim”.

Nesrîn Ehmedî roja herî xweş a jiyana xwe weha ji Agiriyê re bas dike: “Roja herî xweş a jiyana min dîtina rêberê gelê Kurd Dr. Qasimlo bû. Dema kîmiyabarana bajarê Helebçê, em asê mabûn û di rewşek pir xirab de bûn, dema em derbaz bûn Dr. Qasimlo hate pêşwaziya me, min wî çaxî Dr. Qasimlo dît, ez pir kêfxweş bûm ku min rêberê xwe ji nêzîk ve dît”.

Nesrîn Ehmedî li hember rojên xweş de weha bas ji rojên nexweş ên jiyana xwe dike: “Mixabin rojên tal û nexweş di jiyana me de bi qasekî zêde ne ku mirov nizane bas ji kîjan rojî bike, digel vê yekê ku min û hevjînê xwe gelek zehmetî di nava şoreşê de dîtine, lê hêj li ser vê baweriyê me ku şoreş bê fîdakarî nameşe, jiber ku ez weke jine pêşmergeyek di nava Mekteba Demokratê de gellek tiştan fêr bûm, fêr bûm ku xweragir bim, fêr bûm ku bona gehîştina bi armancên xwe, li hember dûriya ji welat û xizm û kesên xwe, berxwe bidim”.

Nesrîn Ehmedî bi vê gotinê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Ez daxwazê ji jin û keç û dayîkên Kurdistanê dikim ku, bi her awayekî dikarin alîkarê birêveçûna şoreşê bona gehîştina bi armancên şehîdan bin, alîkariya pêşmerge bikin, bixwe bibin pêşmerege û weke endam di hizba xwe de, wate Hizba Demokrata Kurdistana Îranê de, xizmeta gel û nîştimana xwe bikin.