Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cîhada Spî

21:53 - 20 Nîsan 2017

Kerîm Perwîzî

38 salan berî niha di 28’ê Gelawêjê de, Xomêynî rêberê rejîma taze bi deshilat gihîştî ku hemû deshilat di destên xwe de qorix kiribû, li dijî neteweya Kurd biryara cîhadê da, û bi hemû hêza xwe ya leşkerî ya “mute’arif”, û “ne mute’arif” ve, êrîşî ser Kurd û Kurdistanê kir, û her tawana ku ji destên wan hat, li dijî Kurdan, û bona serîtewandina Kurdan encam dan.

Deb û resma hemû lat û lût, û kesên zordar e ku, dema diçne cihekî, yan dixwazin dest bi ser navçeyekê de bigrin, berî her kes û girûpekê, êrîşî ser wan kes û girûpan dikin, ku xweragirtir û bihêztir xûya dikin, û di rastî de ew zordar dixwazin ku bi êrîşa li ser wan kes û girûpên herî diyar û bihêz, şiyan û hovîtiya xwe biselimînin, û bi têkşikandina girûp û kesên destnîşankirî, girûp û beşên din çavtirsandî bikin, da ku bi hêsanî teslîmî wan bin.

Rejîma Xomêynî jî, ji yekem girûpî wate Kurdan ve dest pê kir, û biryara cîhadê li dijî wê derkir, da ku Kurdistanê dagîr bike, û Kurdan têk bişkîne, û wê yekê bike ders û îbretek bo neteweyên din, da ku zû teslîm bibin, û serî bo fermanên wan bitewînin. Piştî êrîşa leşkerî û dagîrkirina kurdistanê bi hêza leşkerî û bi pasdar û spaha hov, rejîma Îslamiya Îranê hewl daye ku îradeya xweragiriyê jî di Kurdistanê de bixe qedeman.

Têkşikandina îradeya xweragiryê bi hêza leşkerî nahê kirin, lewra Komara Îslamî piştî qonaxa dagîrkariya leşkerî, hawara xwe biriye ber pîlanên din, û bi awayên curbicur ji riya siyasî û aborî û civakî û kelturî ve, xwastiye ku êrîşên diyar û nadiyar ên xwe vegeşîne, û bigihîje armancên qirêj ên xwe, wate teslîmkirina îradeya xweragiriyê di Kurdistanê de.

Yek ji wan pîlanên ku encam da, û em dikarin wekî cîhada spî bi nav bikin, hirojma siyasî û fîkrî ya Komara Îslamî bi rûçik û navên curbicur û bi maskên cuda ve ye, heya ku Kurdistan bi lîstikên siyasî û şanogerî û firt û fêlên Tehran û Qumê ve mijûl bike, û wê ji nasnameya xweragiriyê dûr bixe, û bi awayê siyasî xwe bixe nava kelha qahîm ya vîna neteweyî ya Kurd, û bi vî rengî di nav de îradeya neteweyî ya wan birizîne, û vê kelhê kavil bike, û li ser serê jî Huseyniyeya Cemaranê kopî bike.

Ew pîlana bi taybetî di serdema şanoya bi nav hilbijartinan de jî zeqtir dibe, û dixwazin ku Kurd bi lîstika “î’itidal”, û reformên Îslamî û “usulgerayî” ve mijûl bikin, û dema ku ew ji xewê hişyar bin bibînin, di nava lîstikeke diayr û xûya ya seranên Cemaran û Qumê de, hatine xapandin, û nasnameya siyasî ya Kurd û Kurdistanê, ku kelha berxwedana neteweyî û azadîxwaziyê ye pencoyî (kedî) bikin.

Cîhada spî ya rejîma Îslamî ya Tehranê, dirêjiya fermana cîhada Xomêynî ye, ku bi awayê serbazî Kurdistan dagîr kirin, û bi pîlana siyasî dixwazin ku îradeya xweragiriyê di Kurdistanê de bixin qedeman.