Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê Potîn digel Re’îsî hevdîtin pêk anî

15:09 - 22 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Nûnerê taybet ê Potîn serkomarê Rûsiyê digel Re’îsî berbijêrê posta serkomariya rejîma Îranê hevdîtin pêk anî, û vê hevdîtinê hinek şik û guman çêkirine.

Roja Pêncşemiyê Rostem Mînîxanof serkomarê Tataristanê û nûnerê taybet ê Potîn di biyavê karûbarên mesebî de, çû serdana Re’îsî berbijêrê hilbijartina serkomariyê di Îranê de.

Ew hevdîtin di bajarê Meşhedê de hate encamdayîn, û di vê hevdîtinê de, Re’îsî bergek ji Qur’ana destnivîd da Mînîxanofê Misilman.

Ew hevdîtin di bereberê hilbijartina serkomariya Îranê de tê encamdan, û rast hevdîtina Cewad Larîcanî piştîvanê Natiq Nûrî digel Nîk Birawn yek ji karsazên payebilind ên Wezareta karê Derve a Birîtanyayê di bereberê hilbijartina sala 1376’an de tîne bîra me. Wê demê Natiq Nûrî kandîdê baskê rast bû ku Xamineyî jî piştgiriya wî dikir. Ew hevdîtin, wê demê ji aliyê rojnameya Selam ve hate eşkerekirin. Rojnameya Selam ew rojname bû ku piştgiriya Xatemî dikir.

Çavdêrên siyasî hevdîtina roja Pêncşemiyê ya nûnerê taybetî ê serkomarê Rûsiyê digel Re’îsî wekî detsêwerdana eşkere di nava hilbijartina serkomariyê di Îranê de dihesibînin.

Hêjayî basê ye ku Rostem Mînîxanof ji sala 2010’an ve heya niha serkomarê Tataristanê ye, ku Tataristan yek ji komarên Rûsiyê ye.

Berî wî, Mîntîmir Şaymiyêf RÊBERÊ Tataran ji dema hiloşîna Şorewiya Pêşîn ve heya , 19 salan serkomariya Tataristanê kiribû.