Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Nicolas Dupont-Aignan”: Piştîvaniyê ji dewleta Kurdî dikim

16:58 - 23 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: “Nicolas Dupont-Aignan” yek ji kandîdên serkomariya Fransayê ragehandiye, ku yek ji karên min piştevanîkirin e ji serxwebûna Kurdistanê.

“Nicolas Dupont-Aignan” berbijêrê Partiya Rastrew a tundrew bo serkomariya Fransayê li bernameya karê xwe de bas ji vê kiriye, ku piştevaniyê ji dewleta Kurdî dike.

Navbirî bas ji rola Kurd li şerê li dijî terorîstên DAÎŞ kiriye, û ragehandiye ku neteweya Kurd selimandiye ku hêjayî dewleta serbixwe ya Kurdî ye.

“Nicolas Dupont-Aignan” herwisa bas ji vê kiriye, ku hekî karî posta serkomariya Fransayê bi dest bîne, yek ji karên wî, piştgiriya ji dewleta serbixwe ya Kurdî ye, ku di peymana Sîver a sala 1920’î de ew soza hatibû dayîn.

Girîngiya peymana Sîver di vê de ye ku yekemîn belgeya fermî ye, ku dewletên hevalbend, û Tirkiyê bixwe jî, mafê Kurd qebûl kirine.

Pirsa serxwebûna Herêma Kurdistanê berdewam di kom û civînên siyasî ên cîhanê de bas jê tê kirin, û heya niha hejmareke berçav ji welatên Rojavayî û navçeyî bi taybetî welatên Erebî, piştevaniya xwe ji serxwebûna Herêma Kurdistanê ragehandine.