Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Kar: Bi pêkanîna yek milyon derfetên kar jî, nirxa bêkariyê naguhere

15:31 - 24 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Elî Rebî`î Wezîrê Kar û Rehetiya Civakî, hejmara bêkaran sê milyon û 200 hezar kes ragehand, lê navenda lêkolîna meclisê hejmara bêkaran şeş heya heft milyon kes texmîn kiriye.

Meclisa Şêvra Îslamiya Îranê bona lêkolîna li ser mijara bêkariyê kombûneke ne asayî pêk anî, û Wezîrê û navenda lêkolînên meclisê di vê derheqê de ragehandin, ku hekî her sal yek milyon derfeta kar bê pêkanîn jî, heya sala 1400`ê nirxa bêkariyê, wê her di cihê xwe de bimîne.

Li ser bingeha vê raporê Wezîrê Kar herwisa gotiye ku hekî her sal yek milyon derfetên kar jî bê pêkanîn, heya sala 1400`ê nirxa bêkariyê kêm nabe.

Hesen Rûhanî serkomarê Îranê, piştî peyama newrozî ya Xamineyî îsal ragehand ku her sal 800 hezar kesên ku ders bi dawî anîne, tevlî bazar kar dibin, û hekî her sal 700 hezar derfetên kar jî bêne pêkanîn, dîsan jî 500 hezar bêkar her zêde dibin.

Elî Rebî`î Wezîrê Kar û Rehetiya Civakî ragehandiye ku di dewleta Ehmedînijad de, herî zêde salê tenê 75 hezar derfetên kar hatine pêkanîn.

Berpirsyarên dewleta Ehmedînijad lê berî niha ragehandibûn, ku di dewleta wî de heşt milyon derfetên kar hatine pêkanîn.

Xirabiya rewşa aborî û zêdebûna asta bêkariyê di demekê de ye, ku hinek ji berpirsyaran bas ji vê dikin ku ew dikarin di pêşerojê de yaraneyê zêde bikin.

Her di vê derheqê de, karnasekî pirsên aborî bi navê Se`îd Lêylaz dibêje, di van hefteyên dawiyê de, hinek qewl derheq zêdekirina yaraneyê bi xelkê têne dayîn, eva di demekê de ye, ku dana yaraneyê bi vî awayî di çi welatekî din de, bi rê ve naçe, jiber ku ew yek asta teweromê (helawsanê) jêhel dibe. Wî herwisa ragehandiye ku dahata petrola me, ew qas li serê nine, ku em bikarin yaraneyê zêde bikin.