Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî Hizba Demokrat koça dawiyê kir

20:39 - 24 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Endamekî PDKÎ li Kurdistana Başûr çû ser dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya gehiştî destê malpera Kurdistanmedia yê, roja Pêncşemî berwarê 31’ê Xakelêweya sala 1396’an a Rojî, “Mihemmed Tehmasibî”, endamê teşkîlata eşekere ya PDKÎ li “Kempa Barîke”, li Kurdistana Başûr koça dawiyê kir.

Mihemmed Tehmasibî li gundê “Tepe Ken’an” a ser bi “Serpêla zehawê” hatiye dinê û heyamekî dûr û dirêj bû ku nesax bû, û mixabin di dawiyê de li nexweşxaneyekî li bajarê Silêmaniyê koça dawiyê kir.

Mihemmed Tehmasibî kesekî dilsoz û welatparêz bû ku, heya dawiya jiyana xwe bi rêbaza partiya xwe wefadar ma.

PDKÎ bi vê hincetê sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kes û karên navbirî û xwe di xem û kovana jidestçûna wî de bi pişikdar dizane.