Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînareke siyasî-teşkîlatî li Swîdê bi rê ve çû

21:16 - 24 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Komîteya giştî a PDKÎ li Swîdê semînareke siyasî-teşkîlatî bi rê ve bir.

Roja Şemiyê 2`ê Banemerê, Komîteya Giştî a PDKÎ li Swîdê semînareke siyasî teşkîlatî bo komîteya birêveberiya bajaran li bajarê Vêstrosê pêk anî.

Destpêkê deqeyek bêdengî bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdan hate ragehandin.

Piştre berpirsê giştî ê komîteya giştî a PDKÎ li Swîdê Kakebira Elyasî baseke siyasî-teşkîlatî bo baştir birêvebirina kar û erkên hizbî li welatê Swîdê û çawaniya hevahengkirina komîteya bajaran bo hemû egeran xiste ber bas, û bas ji vê kir ku dibe ew mîkanîzmeke wisa peyda bikin, bona vê ku kar û armancên PDKÎ bilez herin pêş.

Di doma vê semînarê de, her yek ji hevalan, Selah Aramiş, Çiya Eliyar, û Salih Palanî, li ser baştir birêvebirina kar û erkên hizbî li hewzeya teşkîlatî a welatê Swîdê de, bi hûrî qise kirin, û her yek ji beşên pêwendîdar ên teşkîlat, pêwendî, malî rênîşandanên pêwîst dane beşdaran.

Di beşa duyem ya vê semînarê de, piraniya herî zaf ya komîteyên bajaran, boçûnên xwe derheq van basan de, bas kirin, û di dawiyê de, berpirsê Komîteya giştî a PDKÎ li Swîdê û hevalên din ên komîteyê, bi hûrî bersiva pirsên beşdaran dan.