Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîmeya Kolberiyê bûye sûjeyeke bihêz bona bangeşeyên rejîmê

14:50 - 25 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Piştî ku li Kurdistana Rojhilat gelaleyek bi navê “Bîmeya Kolberan” derket holê, hejmarek ji çalakên kedkarî û medenî dibêjin ku, gelleya navhatî ne zelal e.

Nawendên nûçegihaniyê li Rojhilat ragehandin ku, hejmarek ji çalakên medenî û kedkarî di hewlê de bûn ku, peywendiyekî digel nawenda nûçegihaniya “ÎLNA” ya ser bi rejîmê bikin, lê hewlên wan bê encam man û ev çalak dibêjin ku, hêj gellek beşên gelaleyê ne zelal û nediyar in ka gelo çava wê bên cîbicîkirin, û hevdem gellek pirsyar jî hene ku bê bersiv in.

Ew çalakên kedkarî û medenî dibêjin ku, “Berî her tişî ne zelal e ka gelo kîjan deste ji kolberan wê bên bîmekirin? piştre gelo mikanîzma vê bîmeyê çiye û çava ye? Gelo kolberên ku li sînorên bitehlûk kar dikin jî, wê bên bîmekirin?”

Eva di demekî de ye ku hêj nediyar e ka gelo aliyê berpirsyar ji vê gelaleyê kî ye.

Lewra çalakên kedkarî û medenî dibêjin ku, “Bîmeya Kolberan berî her tiştî bangeşeyên medyayî ne, lewra hewce ye ku rayedarên hikûmetê di cihê xistine berbas a gelaleyên bê garantî, hewla afirandina derfetên kar yê mayinde bo xelkê ser sînoran bidin.