Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li pêşberî Meclisa rejîmê 2 meşên nerazîbûnê hatine lidarxistin

14:52 - 25 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Roja Yekşemî 23’ê Nîsana 2017’an, 2 meşên nerazîbûnê li hemberî Meclisa Îslamî ya rejîmê hatine lidarxistin.

Yek ji wan meşan ji aliyê hejmarek zêde ji karsazên “Moxabiratê Rûstayî” ya ser bi parêzgeha Xûzistanê hatibû lidarxistin, û ya din jî, ji aliyê hejmarek ji kedkar û xelkê derdora Bendav û wêstgeha “Seymere” ya parêzgeha Îlamê hate lidarxistin.

Nûçegihaniyên ser bi rejîmê bas ji vê yekê kirin ku, di meşê de xelkê nerazî bertekên tund ji xwe nîşan dan, bi awayekî ku di Meclisa rejîmê de li hemberî nûnerê Îlamê gotinên kirêt hatine gotin.

Meşa kedkar û xelkê derdora Bendav û wêstgeha “Seymere” ragehandin ku, heyamê 20 salane ku ji xizmetguzariyên awedanî û xoşbijîviya civakî bêpar in, lewra daxwazê ji “Wezareta Nîrû” ya rejîma Îslamî dikin ku, hewla çareserkirina arîşeyên wan bidin.

Karsazên “Moxabiratê Rûstayî” ya parêzgeha Xûzistanê jî, daxwaz kirin ku bi fermî bên damezirandin.

Nûçegihaniyên rejîmê ragehandin ku, nûnerên Şîraz û Qesrê Şîrînê li Meclisa Îslamî ya rejîmê daketin nava xelkê de, û weke siyasetên hertimî ên rejîmê, careke din soza direvîn a çareserkirina arîşeyên wan dan.