Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Rojhilat berdewam ji rasanê piştevanî dikin

15:51 - 25 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Xelkê têkoşer û qehreman bo piştevaniya ji Rasanê berdewam çalakiya teblîxî bi rê ve dibin.

Li gora nûçeya gihîştî bi malpera Kurdustanmedia, endam û alîgirên PDKÎ bo piştevaniya ji Rasan û xebata çiya û bajar çalakiya teblîxî bi rê ve birin.

Têkoşerên Demokrat li gundê Tewrîwer, piştgiriya dubare ya xwe ji rasan a Rojhilat dubare kirin, û di vê derheqê de li ser hemû bilindahiyên gund û nava gund çalakiya berfireh bi rê ve birin.

Xelkê qehreman ê Kurdistanê berdewam bi çalakiyên cur bi cur piştevaniyê ji rasanê û xebata çiya û bajar dikin.