Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Desteyek din ji kur û keçên şoreşger tevlî hêza pêşmergeyên Kurdistanê bûn

22:31 - 25 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Desteyek ji xortên şoreşger û qehreman ên Kurdistanê piştî derbazkirina dewreya destpêkî a pêşmerge, çeka bergirî ji xak û nîştiman hilgirtin.

Nûçegihaniya malpera Kurdistanmedia li sînorên Rojhilata Kurdistanê ragehand, roja Duşemiyê 4`ê Banemera 1396`an, rêûresma bidawîhatina dewreya 224 a hêza pêşmergeyên Kurdistanê li berbiniya Helgurd li fêrgeha şehîd Serwan Çeko de bi rê ve çû.

Ew merasim bi beşdariya beşek ji endamên rêberî ên PDKÎ, fermanderên Hêza Taybet û beşek ji kadr û pêşmergeyên PDKÎ bi rê ve çû.

Destpêka cejna bidawîhatina dewreya siyasî-nizamî bi xwendina sirûda neteweyî ya Ey Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Piştre Sidîq Derwîşî endamê Komîteya Navendî aya PDKÎ tevî pîrozbahîkirina li beşdarbûyiyên dewreyê, bi vê boneyê ve çend gotinek pêşkêş kirin.

Piştre sirûdeke şoreşgerî ji aliyê girûpa sirûda dewreya 224 a destpêkî ve hate pêşkêşkirin.

Pitştre rapora perwerdehiyê ji aliyê Bûdax Bûdaxî mamostayê fêrgehê ve hate xwendin.

Piştre sê pêşmergeyên beşdar ên dewreya destpêkî sirûdek pêşkêş bi amadebûyiyan kirin.

Di naveroka rêûresmê de, peyama dewrê ji aliyê beşdarbûyiyê dewrê Elî Mewlanijad ve hate pêşkêşkirin.

Li gora deb û nerîta fêrgeha Komîsyona Perwerdehiyê a PDKÎ kesên yekem heya sêyem ên dewrê ku di biyavê taqîkariyên siyasî û leşkerî de pileya navgîn bi dest anîbûn hatin xelatkirin.

Sê kesên yekem pêk dihatin ji Elî Mewlanijad, Hêriş Mînberî, Fehîme Dûstî ku ji aliyê Sidîq Derwîşî ve hatin xelatkirin.

Herwisa sê kesên yekem di biyavê nezm û dîsîplîn pêk dihatin ji Hadî Şêxe, Seyîd Emîr Ehmedî, û Teyib Azerî, ku xelatên wan ji aliyê Karwan Şerefî sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ve hatin pêşkêşkirin.

Di beşeke din de, ew kesên ku di birêvebirina erkên dewrê de, bi başî karên xwe bi rê ve dibirin, ji aliyê Yeîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistanê ve hatin xelatkirin.

Ew kes pêk dihatin ji Elî Mihemedzade, Osman Mewlanijad, Qadir Sofî Qoytasî, Nasir Rehmanî, Dilniya Ezîzî Moradî, Sobhan Ehmedî, Sîrwan Kemanger, Îbrahîm Ehmedî û Sidîq Weysanî, ku ji aliyê Selam Îsma`îlpûr endamê birêveberiya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ve hatin xelatkirin.