Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa esmanî ya balafirên Tirkiyê li ser Şingalê û Rojavaya Kurdistanê rastî nerazîbûneke zêde hat

21:30 - 26 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Firokeyên şer ên Tirkiyê demjimêr 2`ê şevê, 25`ê Nîsanê Çiyayê Şingalê û çiyayê Qereçox a ser bi Dêrikê li Rojavayê Kurdstanê bombebaran kirin.

Di bombebarana Çiyayê Şingalê de 6 pêşmerge şehîd bûn, û 7 pêşmerge jî birîndar bibûn.

Berdevkê YPG`ê Rêdûr Xelîl jî ragihand ku di êrîşa Qereçoxa Dêrîkê de 20 şervanan jiyana xwe ji dest daye, û 18 jî birîndar bûne.

Ew êrîşa balafirên Tirkiyê rastî nerazîbûneke zaf di nava partiyên Kurdistanî, herêmî û rayedarên hinek welatan de hat.

Piştî êrîşê, berdevkê PDKÎ Hesen şerefî ragehand: Ew operasiyon li ser xaka Herêma Kurdistanê, ji aliyê arteşa welatekî cîran ve bi tu pîvaneke yasayî nikare hêcethilgir be, û wekî kar û kiryareke kirêt tê zanîn. PDKÎ tevî eşkerekirina xem û kovana xwe, sersaxiyê li malbatên şehîdên vê bûyerê dike, û hêvî dike ku birîndarên vê bûyerê hindî zûtir baş bin.

Wezareta Pêşmerge jî derbarê bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê yên li Çiyayê Şingalê de got; “Bombebarana firokeyên Tirkiyê nayê qebûlkirin.” Wezareta Pêşmerge herwiha diyar kir, sedema bombebaranê hebûna PKKê ya li herêmê ye.

Rêveberiya Amerîkayê derbarê êrîşên esmanî yên Artêşa Tirkiyê yên liser Çiyayê Şingalê û Rojavayê Kurdistanê nîgerniya xwe anî ziman, û got; “Ev êrîş ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve nehatiye erêkirin. Di êrîşê de pêşmergeyên kurd û hin hêzên ku di tekoşîna li dijî DAIŞ`ê de hevkariya me dikin jî bûne armanc û ziyan dîtin.”

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî ragihand, wan berî bombebaranên li Çiyayê Şingalê û Çiyayê Qereçoxê, Amerîka, Rûsya û Herêma Kurdistanê agahdar kirine.

Serokomarê Tirkiyê amaje bi şehîdbûna pêşmergeyan di vê êrîşê de jî kir û got: “Tişta ku li Şingalê çê bû, bi tu awayî li hember Pêşmerge nebû.”

Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî bombebarana Şingalê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve bi tundî şermezar kir, û hişyarî da Tirkiyê, ku êrîşên wisa dubare neke.

Ebadî herwiha êrişa esmanî ya Tirkiyê bo ser Şingalê weke binpêkirina serweriya axa Îraqê bi nav kir û da zanîn: “Nabe Tirkiye serweriya Îraqê binpê bike.”