Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdevkê PDKÎ: Êrîşa Tirkiyê pasawhilgir nine

21:35 - 26 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Berdevkê PDKÎ di daxûyaniyekê de belav kir, operasiyona êrîşa li ser xaka Herêma Kurdistanê ji aliyê arteşa welatekî cîran ve, li gora tu pîvaneke yasyaî, nikare hêcethilgir (pasawhilgir) be, û bi kiryareke kirêt tê hesibandin.

Deqa daxuyaniyê,

Lêdwanik ji aliyê berdevkê PDKÎ ve


Demjimêr 2`ê berê sibehiya roja Sêşemiyê 5`ê Banemera 1396`an (25.04.2017) hêza esmanî ya arteşa Tirkiyê operasiyoneke berfireh ya esmanî kire ser binke û baregehên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, û gerîlayên PKK û şervanên Rojava li şingalê, ku hejmareke berçav şehîd û birîndar lê ketin, û zirareke zaf jî gehande navendên leşkerî ên herdu aliyan. Ew operasiyon li ser xaka Herêma Kurdistanê, ji aliyê arteşa welatekî cîran ve bi tu pîvaneke yasayî nikare hêcethilgir be, û wekî kar û kiryareke kirêt tê zanîn.

PDKÎ tevî eşkerekirina xem û kovana xwe, sersaxiyê li malbatên şehîdên vê bûyerê dike, û hêvî dike ku birîndarên vê bûyerê hindî zûtir baş bin.