Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Milîtarîzekirina zêdetir ya bajarên Kurdistanê berdewam dikin

22:48 - 26 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Li bereberê destpêka qonaxeke nû ya rasanê û xebata nû ya Rojhilat, hêzên dijîgelî ên rejîma Îranê zêdetir ji caran, rewşeke pirr ji tirsê û polîsî pêk anîne.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia: hêzên dijîgelî ên rejîma Îranê ji Spaha Pasdaran û Wezareta Îtila`atê, tevî anîna hêzeke nû ji bajarên din ên Îranê bo Kurdistanê, beşek ji binkeyên xwe ên kevn avedan kirine, ku heyameke dûr û dirêj bû, mifah jê wernedigirtin.

Li gora vê nûçeyê, bionkeyên leşkerî li gundên sersînorên Kurdistana Başûr û Rojhilat nû kirine, û berpirsayetiya parastina van navçeyan jî, spartine destê xwefiroşên bermayîxwarên xwe, ku armanca wan jî ew e ku Kurd bi destê Kurd bê kuştinê.

Herwisa nava bajaran, û gundewarên mezin, bi hêza kincşexsî hatine tejîkirin, û li hinek cihên giştî de, kamerayên veşartî bo ajantiyê li ser xelkê hatine danîn.
Ji aliyekî din ve, li gora vê nûçeyê, Wezareta Îtila`atê û organên serkutkar carna çalakên siyasî û çandî û jîngehparêz ên Kurd vedixwînin, û tevî gefxwarinên li wan daxwaza alîkariyê ji wan dikin.
Di vê derheqê de, eşkere bû ku beşek ji wan daxwaziyan pêk hatiye ji gehandina zanyariyan li ser liv û tevgerên pêşmergeyên Kurdistanê û herwisa pêşmergeyên navxwe ên Kurdistanê ku di asta bajaran de çalakiyan dikin.

Herwisa hatiye zanîn ku beşeke zaf ji fermandar û berpirsyarên leşkerî ên Spaha Pasdaran û Îtila`ata rejîmê li Kurdistanê bi biryara Tehranê hatine guherîn, û kesên cinayetkartir li şûna wna hatine danîn, û e wyek jî bo vê ye ku digel rûdana her egerekê, ew bilez di hewla serkuta xelkê bêzarbûyî de bin.

Hemû ew karên ku rejîm dike, nîşanderê vê rastiyê ne,ku destpêkirina qonaxeke nû ji xebatê, rejîma Îranê tirsandiye, û berbirûyê alozî û tevlîheviyeke mezin kiriye. Rejîm hewl dide, bi her awayekî be, pêşiya rasanê bigre. Herwisa rejîm hewl dide ku pêşiya domandina rasanê ji aliyê PDKÎ ve bigre.