Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du Îranî di Îmaratê de, bi hepsê hatin mehkûmkirin

15:26 - 27 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Dadgeha Bilind ya Federal ya Îmaratê, du hevwelatiyên Îranî bi tawana hewldan bo qaçaxa alavên leşkerî ji vî welatî, bi sê salan hepsê û 500 hezar Dêrhemî û derkirina wan ji Îmaratê ceza kirin.

Ji aliyekî din ve bazerganekî Îranî bi navê S.M.A.R bi 10 salan hepsê mehkûm kir. Ew bi hewldana bo şandina matoreke berhemanîna elektirîkê (berqê, kehrebayê) bo Îranê bo mifahwergirtina ji wê, di pirograma navikî de, hatiye mehkûmkirin. Tawana wî binpêkirina tehrîmên navneteweyî ên li djî Îranê bûye.

Îran bi sedema pêdagiriya li ser pirograma navikî çend sal bû ku digel hin tehrîmên bê pêşîne ên navneteweyeî berbirû bû, ku bi lihevkirina Viyenê, li ser pirsa navikî, ji tundiya wan tehrîman hate kêmkirin.

Wî welatî di salên borî de, bi dehan kesî bi tohmetên wekî pêwendiya digel rejîma Îranê, bo pêkanîna aloziyan, dadgehî kirine.

Pêştir jî Ehmed Şêxzade şêvirmendê heyeta nûnertiya Îranê di NY de, bi tawana binpêkirina tehrîman û pirsên malyatî hate dadgehîkirin.

Di meha Îlona sala borî de jî, Du kesên Amerîkayî û sê Îraniyan hewl dabûn ku bi awayekî ne yasayî nêzî yek milyard Dolarî ji heyiyên Îranê, ji bankên Kureya Başûr derxînin.

Pêştir jî di Almanyayê de, bazerganekî Îranî bi tawana binpêkirina yasayên tehrîmên Îranê hatibû destbiserkirin.