Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê binkeyeke terorîstî a Komara Îslamî bombebaran kir

16:57 - 27 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Balafirên şer ên Îsraîlê binkeyeke leşkerî ên Sûriyê, li nêzî balafirxaneya Dîmeşqê bombebaran kirin, ku ji aliyê rejîma Îranê ve, dihate serperestîkirin, û komgeheke mezin ya çek û cebilxaneyan bû.

Li gora dawî nûçeyan sibehiya îro Pêncşemiyê balafirên şer ên Îsraîlê pênc caran, binkeyeke leşkerî ya li Sûriyê bombebaran kirin, ku hevdem komgeheke teqemeniyên rejîma Îranê bûye.

Nûçegihaniay Royterzê jî, ji zarê çavkaniyên nûçeyan ên opozisyonê ve belav kir, ku balafirên şer ên Îsraîlê di zincîre êrîşeke esmanî de, komgeheke veşartî ya çekên li nêzî balafirxaneya Dîmeşqê kire armanc, û çendîn carî, êrîş kirine ser vê binkeya leşkerî, ku wekî rêrewekê di navbera Dîmeşq û Tehranê de, bo veguhastina çek û teqemeniyan hatiye bikaranîn.

Li gora dawî zaniyariyan rejîma Sûriyê her heman binkeya leşkerî bo encamdana êrîşa kîmyayî li parêzgeha Idlibê bi kar anîbû, ku piştre bi biryara Trump serokê Amerîkayê, Amerîkayê 59 mûşek li binkeya esmanî ya Sûriyê li Humsê xistin.

Ew êrîşa Îsraîlê di demekê de ye ku Îsraîl dixwaze bi Amerîkayê re li hev bike, li ser pêşîgirtina ji mana hertimî ya Îranê di Sûriyê de.
Her di vê derheqê de, Wezîrê Îstixbarata Îsraîlê, bi radyoya arteşa Îsra’îlê ragehand ku ew çalakiyên leşkerî bo pêşîgirtina ji qaçaxa çek û teqemeniyên qaçax e bo Hizbullahê, û em îznê nadin ku Komara Îslamî di vê navçeyê de cilîdanê bike.

Çend rojan berî niha jî, Netanyaho bi boneya roja “Şoa” û “Holokast”ê gef lihemû wan kean xwar ku xewnê bi jinavbirina Îsraîlê ve dibînin.

Di destpêka serhildana nerazîbûnên di Sûriyê de, pasdar û besîciyên rejîma Îranê, bi awayekî eşkere û haşahilnegir mil bi milê hêzên leşkerî ên rejîma Beşar esed, li dijî dijberên rejîma Be’s a Sûriyê û hêzên hevpeymaiya lidijî DAÎŞ û Esed, şer kirine, û heya niha çendîn hezra kes hatine kuştin û birîndar bûn.