Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Behrêyn: Rejîma Îranê êrîşên terorîstî li Behrêynê birêve dibe

15:57 - 28 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Wezîrê navxwe yê welatê Behrêynê ragehand ku; “Rejîma Îslamî ya Îranê pilandarêj û birêveberê êrîşên terorîstî ye di nava welatê Behrêynê de”.

Roja Pêncşemî berwarê 27’ê Nîsana 2017’an, “Şêx Reşîd Bin Ebdullah” ragehand ku; “Rejîma Îslamî ya Îranê berpirsyarê Yekemîn e li tewahiya wan êrîşên terorîstî ên ku di nava axa Behrêynê de tên encamdan û têde hêzên ewlehî ên Behrêynî têne kuştinê”.

Wêzîrê navxwe yê Behrêynê herweha tekezî kir ku, welatê wan berdewam di bin gefên rejîma Îslamî ya Îranê de ye, jiber ku rejîma Îranê bi hemû awayî hewla têkdana ewlehiya welatên Erebî bi giştî û bitaybetî welatê Behrêynê dide.

Şêx Reşîd Bin Ebdullah herweha zêde kir ku, rejîma Îranê bi hemû awayî piştevaniyê dide girûpên terorîstî û rêkxistinên cînayetkar di herêmê de.

Eva di demekî de ye ku, gellek welatên din ên Rojhilata Navîn bidestê destêwerdanên rejîma Îslamiya Îranê, û piştevaniya ji opozisyona welatên wan û herweha piştevaniya ji girûpên terorîstî ve dinalin, û bi vê sedemê jî gellek caran rejîma Îranê rexne kirine.

Lê rejîma rejîm liser kiryarên xwe yên têkderane û piştevanya ji girûpên terorîstî li Îraq û Lubnan û Sûriye û Yemen û Behrên û Erebistn û ...hwd berdewam e.