Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê 90 nûciwan li benda îdamê ne, û “NY” daxwaza sekinandina cezaya wan dike

14:50 - 29 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Li Îran a di bin deshilata rejîma Îslamî ya Îranê de, 90 nûciwan li benda îdamê ne, û di hember de jî rêkxistina Mafê Mirovan a ser bi “NY” daxwazê ji rejîma Îslamî ya Îranê dike ku, îdamkirina nûciwanên di bin 18 saliyê de bide sekinandin.

Malpera nûçegihaniya ser bi “NY” ragehand ku, roja Înê 28’ê Nîsana 2017’an, çend rayedarên mafê mirovan ku ser bi “NY” ne eşkere kirine ku, bi aliyê kêm ve 90 kes di Îranê de li benda cezaya îdamê ne ku, di dema encamdana tawana xwe de di bin temenê 18 saliyê de bûne.

Di nava wan nûciwanan de 2 girtî hene ku di dema encamdana tawana xwe de di temenê 17 û 15 saliyê de bûne, û piştî diyarîkirina roja birêvebirina cezaya wan, niha li benda îdamê ne.

Hatiye ragehandin ku “Binyam Dawît” ê serokê komîteya zarokan yê ser bi “NY” û “Esma Cehangîrî” rêportêra taybet bi mafê mirovan di Îranê de, û “Egnês Kalamard” rêportêrê taybet bi îdamên bê dadgehîkirin ragehandin ku; “Cezaya îdama wan kesan gerek bilez bê sekinandin û bi giştî cezaya wan bê hiloşandin û kêmkirin, lewra em daxwazê ji Îranê dikin ku îdamkirina zarokan bide sekinandin”.

Eva di demekî de ye ku “Sadiq Larîcanî” yê serokê dezgeha dadweriya rejîmê ragehand ku, eva direvek eşkere ye hekî kesek bêje di Îranê de zarok têne îdamkirin. Hevdem di beşek din a gotinên xwe de dibêje ku, êdî çi sedemek namîne dema nûciwanek di temenê 17 saliyê de cînayetekî encam dide û dema temenê wî digîje 25 saliyê, nehê îdamkirin.

Lê çalakên mafê zarokan liser vê baweriyê ne ku, eva îdamkirina zaroka ne, jiber ku ew dibêjin, temenê ku zarok tawanê têde encam dide girîng e, ne temenê birêvebirina cezaya îdamê.

Ew çalakên mafên mirov û mafên zarokan liser vê baweriyê ne ku, rejîma Îranê serbarê wajûkirinê, lê yasayên navnetewî binpê dike.