Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Bint El-rafideyn”: Jinên reviyayî ji destê DAÎŞ’ê digel destdirêjiyên cinsî bebrirû dibin

14:38 - 30 Nîsan 2017

Kurdistanmedi: Saziyeke Îraqî bi navê “Bint El-rafideyn” çalak di biyavê mafê jinan de, ew yek eşkere kiriye ku hinek ji berpirsên ku çavdêriyê dikin bi ser alîkariyên mirovdostane de, bi mifahwergirtina ji rewşa xirab, û kêmiya hewcehiyên destpêkî ku jinên reviyayî ji destê DAÎŞ’ê digel de berbirû ne, dest bi êrîşên cinsî li dijî wan dikin.

Li gora rapora El-erebiye, saziya “Bint El-rafideyn” ku di warê mafê jinan de li Îraqê de çalakiyan dike, Şemiyê 29’ê Nîsanê raporek di vê derheqê de belav kir. Ew saziya kar li ser zext û zoriya li ser jinên reviyayî ji herêmên di bin deshilata DAÎŞ’ê de dike.

Saziya “Bint El-rafideyn” di rapora xwe de aniye, ku ew jinên reviyayî ji herêmên di bin deshilata DAÎŞ’ê de, di dema belavkirina alîkariyên mirovdostane de, ji aliyê hinek ji berpirsyarên kempan ve, rastî destdirêjiyê tên.

Ew saziya herwisa pêdagirî dike ku ew jinên reviyayî nikarin ji tirsê jidestdana para xwe (pişka xwe) li dijî kesên destdiriyê dikin ser wan, bisekinn.

Li gora vê raporê, ew jinên ku bi sedema rewşa şer, derbiderî, ya mirovrevandinê, ji aliyê milîşan û girûpên girêdayî DAÎŞ’ê ve serperestên xwe ji dest dane, zêdetir ji ên din, di bin zextê de ne, bi awayekî ku rastî gellek zehmetiyan tên.