Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zanist di bin siya rejîma Îranê de, lawaz bûye

16:49 - 30 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Ast û pileya zanistê di Îranê de, bi sedema girîngîpênedana berpirsyarên rejîma Îranê bi perwerde û hînkirinê ber bi jinavçûnê ve diçe.

Nûçegihaniyên rejîma Îranê ji zarê Emîr Elî Seyfedîn serokê Navenda Lêkolîna Fenaweriyên Nerm li zanîngeha Tehranê de belav kiriye, ku di biyavê vegeşîna zanistê di welat de, em paşve vedigerin, û asta zanistê di vî welatî de, mijûl e ku ji nav diçe.

Wî berpirsê rejîmê herwisa bas ji vê jî kiriye, ku em di biyavê zanistê de, ji cîhanê û heya welatên navçeyê jî paş in, û ew yek jî di demekê de ye, ku zanistên cîhanê roj bi roj kevn dibin, û zanistên nû têne gorê.

Sebarê vê yekê ku berpirsyarên rejîma Îranê, bangewaza jêhelbirina asta zanistê li Îranê dikin, û soza vê yekê didan, ku heya sala 2016’an Îran dibe yek ji bihêztirîn welatên zanistî ên cîhanê, lê vî welatî daketina bo asta %8.5 ezmûn kiriye.

Wezareta Zanist a rejîma Îranê bi mifahwergirtina ji amara salên borî li pêwendî digel jêhelbirina asta zanistê li zakoyên Îranê, amarên nerast belav kirine, eva jî di demekê de ye ku amarên navenda “Êskopos” û “Tamson Royterz”, ku du navendên bawerpêkirî ên cîhanê ne, bas ji vê dikin, ku asta zanistî ya Îranê di sala 2015’an de, gihaye %8.5.

Ew yek hevdem e digel jêhelçûna pileya zanistî ya welatên wekî Erebistan û Tirkiyê bi rêjeya %12.61.

Li gora hinek amarên fermî jî, pileya Îranê hevtayê pileya welatên wekî Kinyayê ye, û di navçeya Rojhilata Nawerast de, pileya 13 heye, ku li çav sala 2011, %84.3 kêm kiriye.

Li gora dawî xişteyan di vê derheqê de, eşkere dibe ku rewşa zanistê li Îranê di serdema deshilata Ehmedînijad de, gellek ji dewleta 11’emîn baştir bûye.