Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Trump: Berdewambûna li ser lihevkirina etomî digel Îranê, li dijî berjewendiyên neteweyî ên Amerîkayê ye

15:22 - 1 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Trump serkomarê Amerîkayê, bi boneya 100’emîn roja serkomariya xwe, li nav koma alîgirên xwe de, êrîşî ser lihevkirina etomî kir.

Wî ragehand ku her çi li dijî berjewendiyên Amerîkayê be, emê ji nav bibin. Wî bas ji dewleta Obama jî kir, û ragehand ku Dewleta Obama mîrateke gellek tevlîhev û bêserûber ji xwe bi cih hêla.

Wî cardin qewl da alîgirên xwe ku ewê şûreya sînorî ya Mekzîkê ava bike, û cîhan jî êdî têghîştiye, em nahêlin sînorên me vekirî bimînin, û bi hezaran koçberên ne yasayî bêne nava xaka welatê me.

Wî digel vê ku bas ji vegerandina Amerîkayê bo mezinahiya wê ya caran kir, got ku 29 pirojeyên yasyaî di rojên bê de, wê îmza bike ku bêsabiqe (pêşîne) ne.

Wî bas ji pêkanîna 100 hezar derfetên kar jî kir, û li dijî ragehandinan jî got ku ragehandin piropagendeyên nerast belav dikin.