Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeyên Spaha Pasdaran di Mûsilê de hene

15:03 - 2 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Rojnameya El-şerqulewset ragehand ku Spaha Pasdaran a Îranê, çend binke di Mûsilê de ava kirine, ku bi kincê Heşda Şe’ibî digerin.

Li gora vê çavkaniyê, Spaha Pasdaran bi vê kiryara xwe li pey çend armancan e, ku armanceke wan, vekirna riyekê ye bo piştgirîkirina ji rejîma Beşar Esed.

Li gora zanyariyên ku vê çavkaniyê belav kirine, bi dehan binkeyên leşkerî û siyasî ên ser bi Spaha Quds di beşa Rojhilata Mûsilê de hatine vekirin, û efserên rejîma Îranê berdewam di van binkeyan de amade ne.

Îranê di hefteyên borî de jî, milîşên girêdayî bi xwe, bi çekên giran û balafirên bê pilot perwerde kirine.

Hevdem digel vê destêwerdana leşkerî, Nûrî Malikî serokwezîrê pêşîn ê Îraqê, ku nêzî Tehranê ye, bi awayekî hevterîb û bi piştgiriya ofîsa rêberê Îranê, di halê avakirina meclisên eşayiran, bi armanca bidestveanîna hejmara herî zêde, ji kursiyên partlrmantoyê di Mûsilê de, û pêkanîna guherînkariyan di demografiya vî bajarî de ye.

Karnas li ser vê baweriyê ne, ku Îran li pey vekirina riyeke bejahî ye bo Sûriyê, bi armanca piştevaniya ji Beşar Esed û Hizbullahê ji riya şandina çek û cebilxaneyan, da ku bi vî rengî nifûza xwe zêde bike.