Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya 16’emîn pilînoma Komîteya Navendî a PDKÎ

23:07 - 2 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî a PDKÎ derheq birêveçûn û bidawîhatina 16’emîn pilînoma Komîteya Navendî daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê:

Daxuyaniya Deftera Siyasî a PDKÎ derheq bidawîhatina 16’emîn pilînoma Komîteya Navendî


Komîteya Navendî ya PDKÎ hilbijartiya kongireya pazdehem ya PDKÎ, 16’emîn pilînoma xwe bi beşdariya endamên serekî û cihgirên Komîteya Navendî û nûnerên endamên rêberatiya PDKÎ li derveyî welat bi rê ve bir.

Pilînomê demjimêr 9’ê sibehiya roja Şemiyê 9’ê Banemerê hevberî 29’ê Nîsan 2017’an, bi ragirtina deqeyekê bêdengî bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdan dest pê kir.

Di destpêka karên pilînomê de, sekreterê giştî ê PDKÎ Mistefa Hicrî basek li ser destûra karê pilînomê ku pêştir bi agehdariya beşdarên pilînomê gihîştibû, pêşkêş kir, û piştî pesendkirina destûra karê pilînomê Xalên cihgirtî li destûra kar de ketin ber bas, û guherîna boçûnan li ser hate kirin.

Beşa yekem ya mijarên pilînomê bas li ser pirojeyekê bû, ku birêz sekreterê giştî ê PDKÎ derheq pêwîstiya guherînkariyan di pêkhateya hizbê de, pêştir bo endamên rêbertiyê hatibû şandibû, û di vê derheqê de piraniya beşdaran, tevî pêdagiriya li ser pêkhatina guherînkariyan li pêkhateya hizbê de bûçûnên xwe eşkere kirin, û piştî bûçûnên beşdaran, û kobenda basan, bi pêwîst hate zanîn, ku bo rawêja zêdetir di vê pêxemê de, boçûnên dilsojan, bi taybetî endamên PDKÎ li ser guherîna pêkhateya hizbê, û her terheke din di vê derheqê de, ku bête berdest, bê wergirtin, û heyetek ku ji çend endamên komîteya Navendî pêk hatibû, piştî behskirina li ser wan boçûnan û pêşniyaran, û terhên (gelaleyên) gihîştî, di heyameke diyarîkirî de, terhekê bo guherîna pêkhateya hizbê, bi marmanca pêşkêşkirina bi kongireya 16’ê a PDKÎ bi pesenda Komîteya Navendî bigehîne.

Di beşeke din ya karê pilînomê de, berpirsê komîteya amadekar ya kongirê raporek li ser karûbarên pêwendîdar bi kongireya 16 a hizbê bi taybetî çawaniya birêveçûna konferansan, pêşkêşî beşdarên pilînomê kir, û rêberatiya hizbê ji çawaniya bi encamgihîştina karên kongirê agehdar kir, û pilînomê piştî baskirina ji hinek kêmasiyên di vê derheqê de, rapora komîteya amadekar pesend kir.

Mijareke din ya destûra karê pilînomê pêk hatibû ji helwesta Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq hilbijartinên 29’ê Banemera sala 1396’an, di Komara Îslamiya Îranê de, ku li gora vê biryarê, PDKÎ û pênc hizb û aliyên siyasî ên din ên Kurdistana Rojhilat, piştî nirxandin û guherîna boçûnan û bêmifahzanîna van hilbijartinan, ew hilbijartin baykot kirin.

Beşdarên pilînomê tevî îşarekirina bi vê rastiyê ku ew şanogeriya bi nav hilbijartinê, ji aliyê dezgehên serkutkar ên rejîmê ve bi awayekî têne rêkxistin, ku berbijêrên dilxwaz ên rejîmê ji sinduqên dengdanê bêne derxistin, û di kiryarê de, dibin nûnerê rejîmê, û di çarçoveya berjewendiya rejîmê de, pêngavan davêjin, hevdeng digel û hizb û aliyên din ên dijberî rejîmê, biryara baykotkirina van bi nav hilbijartinan pesend kir.

Beşeke din ya karê pilînomê basek bû li ser Rasanê, û pêwîstiya domandina vê şêweya xebata çiya û bajar. Beşdarên pilînomê bi baskirina li ser girîngiya rasanê, û hêvîbexşîna bi civatên xelkê Kurdistanê, û jêhelbirina moral û hogiriya kadr û pêşmerge û endamên PDKÎ li jêr ronahiya rasanê, berdewamî û domandina vê şêweya xebatê, û berfirehkirina wê, bi hewce zanîn, û wekî erkeke herî girîng ya PDKÎ hate danîn, û bo vê mebestê jî, bi baskirina li ser hemû aliyên wê mijarê, li ser komeke bername û rêkarên taybet bona hindî zêdetir baştir birêveçûna rasanê guherîna bîr û rayan hate kirin, û raspardeyên pêwîst bi organên pêwendîdar hatne dan.

Pilînomê bi berçavgirtina girîngiya rasanê, û baldana bi vê rêkarê, û wan bernameyên ku pilînomê di vê derheqê de destnîşan kirin, biryar da ku pêkanîna kongireya 16’ê di pêxema cîbicîkirina erkên pêwendîdar bi rasanê de, bo heyamekê paş bixe.

Dawî beşa karê pilînomê guhgirtin bû ji rapora heyetên hizbê, ku di heyama borî de, bo pêkanîna hevdengî û lihevnêzîkbûna hizb û aliyên siyasî ên Kurdistana Rojhilat digel van hizb û aliyên din di civînê, û guherîna boçûnan de bûn.

Pilînomê tevî nirxandina encama her rûniştinekê, doma van hewlan di pêxema hevdengiyê de bi hewce da zanîn, û di vê derheqê de, raspardeyên xwe dane Deftera Siyasî.

16’emîn pilînoma Komîteya Navendî piştî sê rojan kar û bas û guherîna boçûnan demjimêr 1’ê nîvero ya roja Duşemiyê 11’ê Banemerê (1’ê Gulanê), dawî bi karên xwe anî.

PDKÎ
Deftrea Siyasî

12.02.1396
02.05.2017