Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Jîngehparêziyê, wê beşek ji derdora gola Urmiyê bike parka wehş

15:34 - 5 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Îsa Kelanter birêveberê Navenda Vejiyandina Gola Urmiyê ragehand ku 1030 km di beşa başûra gola Urmiyê bibe parka wehş.

Li gora nûçegihaniyan, biryara avakirina parkek wehş li beşeke vê golê de, vedigere bo du salan berî niha. Wê demê berpirsyarên pêwendîdar di parêzgeha Urmiyê de, ragehandibûn ku rûberek bi qasî 1030 km ji vê golê di halê jinavçûnê de ye, û nahê çêkirin.

Ava gola Urmiyê ji nêzî sala 1376’ê ve hêdî-hêdî kêm kir, û di salên 1393 û 94’ê de gihîşte asta xwe ya herî kêm.

Niha jî derheq cardin zêdebûna û vejiyandina gola Urmiyê gotinên nakok û dij bi hev têne belavkirin.

Çend roj berî niha cihgirê Wezîrê Enirjiyê bas ji xirabiya rewşa gola Urmiyê kiribû, û ragehandibû ku heya 7 salên din, hekî ava wê bigihîje 14 milyard metrên muke’eb, wê demê em dikarin bas ji başbûna rewşa gola Urmiyê bikin.

Ji aliyekî din ve seroka Saziya Parastina Jîngehê Me’sûme Ibtikar ragehandibû tevî vê ku îsal baranbarîn kêm bû, lê Gola Urmiyê vejiyaye.

Li gora ragehanidna Naveda Vejiyandina Gola Urmiyê di roja 5’ê Banemerê de, asta ava gola Urmiyê hate têstkirin, û derket ku li çav sala borî 16 cm kêm bûye.

Di meha Rêbendana sala borî de, birêveberê ofîsa parêzgehê, ya navenda vejiyandina gola Urmiyê, ragehandibû ku tevî kêmiya barînê, di sala 1395`an de, teraza ava gola Urmiyê li gora sala berê, 12 cm zêde bûye.

Lê wê demê ofîsa bernamerêjiyê ya vê navendê dixwast ji meha Rezbera 1395`an heya Xermanana sala 1396`an, 40 cm ava gola Urmiyê zêde bike, lê tevî kêşeyan berbirû bû.

Axavtinên cur bi cur û dij bi yek, ên berpirsyarên pêwendîdar ên rejîmê, derheq vejiyandina gola Urmiyê, bûye sedema ku xelk zanyariyên rast dest wan nekevin, û êdî baweriyê bi ragehandin û daxuyaniyên wan nekin.