Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêz Mistefa Hicrî serkreterê giştî ê PDKÎ peyameke pîrozbahiyê ji Mistefa Ozçelîk re şand

17:31 - 5 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Bi sedema lidarxistina yekem kongireya Partiya Azadiya Kurdistanê, birêz Mistefa Hicrî serkreterê giştî ê PDKÎ peyameke pîrozbahiyê ji Mistefa Ozçelîk re şand.

Deqa vê peyamê weha ye:

Berêz Mustefa Ozçelik serokê Partiya Azadiya Kurdistanê
Bi sedema darxistina yekemîn kongireya we, ser navê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, pîrozbahiyên germe xwe pêşkêşî cenabê we û hemû endamên rêzdare kongirê dikin û heviya serkewtinê bo kar û xebatên partiya we dixwazin.

Em piştrast û elxayînin ku partiya we her wekî ji dema avabûna xwewe heta niha di pêxema doza netewiye gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê xebat kirye, eynî dem da wekî partiyek dost û hevxebat bi Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û tevgera gelê kurd li Rojhelate Kurdistanêra hewsozî hebûye û her tim nirx û sîmbolên netewiye vê beşa Kurdistanê xwera esas girtine û bi xwedî derketin û elaqedar bûna xwe, pêra hevkar bûye û yê niha vêda jî eynî wisa berdewam be.

Hevalên hêja kongireya we di demekê da tê darxistin ku Rojhelata Navîn û welatên Kurd akincî,di nav kelejanek mezindane û tê texmîn kirin ku guhertinê bilez û micid rêdane.di demek ha hestiyar û tevlîheviya hewkêşeyên siyasî da, hewcehiya yekrêzî û hevkariya navbera hêz û partiyên kurdistanê di pêxema Azadiya gelê kurd û parastna berjewendiya netewî,ji hemû demekê zêdetir wek pirensîp û berpirsayetiyek welatparêzî dikeve ser milê hemû aliyekê.

Di bin ronahiya wan guhertinan û eynî dem da pêşkewtin û yekrêziya tevgera rizgarîxwaziya gelê kurd li hemû beşên kurdistanê de, em li her demekê zêdetir bi serkewtinê hêvîdarin.

Carek din hêviya serkevtinê bo kongireyawe daxwaz dikin.

Tevî hurmetên xasmanî

Mistefa Hicrî

Sekretêrê giştiye Hizba demokrata Kurdistan a Îranê

4/5/2017