Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê polîsan bi trombêlê dane ser keçekê

15:03 - 8 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Belavbûna vîdyoyekê, ku lêdana keçekê ji aliyê polîsan ve bi trombêlê nîşan dide, dengvedane zaf di nava torên civakî de, li pey xwe hebû.

Ew fîlma ku belav bûye, nîşan dide ku keçeke genc dema ku ji trombêla polîsan tê xwar, polîs bi trombêla xwe didin ser vê keçê. Şêweya fîlmhilgirtina bi dizî ve, wisa nîşan dide ku kêşe û şereke tund di navbera polîsan û vê keçê de hebûye, ku xwedapoşîna îslamî berçav negirtiye.

Jiber ku ew film di rewşeke pirr ji tirs û wehşetê de hatiye girtin, dema ku polîs didin ser vê keçê, fîlm qut dibe, û ne diyar e ku çi rû dide.

Heya niha gellek caran fîlmên bi vî rengî hatine belavkirin, ku polîsên naskirî bi geşta Îrşadê, ezyeta keç û jinan dikin, bi hêceta ku wan hicab berçav negirtine.

Di destpêkê de karê polîsên geşta Îrşadê, çavdêrîkirina bi ser xwedapoşîna jinan bû, lê di qonaxên piştre karê wan cuda ji vê yekê, bû komkirina muitadan, û kesên naskirî bi erazil û obaş, û lêgerîn û vekolandina kargehan û firoşgehên cilûbergan, û sertaşxaneyên mêran, û wênegiriyan.

Birêvebirina vî terhî, wate terhê bi nav jêhelbirina ewlehiya civakî, naskirî bi geşta Îrşadê, ji aliyê Hêza Intizamî ve, dijkiryareke zaf di nava xelkê de bi dû xwe re anî. Xelkê medenî reftara wan polîsan bi têkdana ewlehiyê dizanin, û çavdêrên siyasî jî li ser vê baweriyê ne ku ew reftarên polîsan û hêza Intizamî ne tenê nikare ewlehiyê vegerîne welat, belkû berevajî li dijî azadiya takekesî ye, û yek ji sedemên geşekirina fesad û bê exlaqiyê di nava civakê de ye.