Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wêneyê Alanê Kurdî çû ser diravê Fenlandê

15:27 - 8 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Dewleta Fenlandê bi boneya 100mîn salvegera serxwebûna vî weltaî, diarveke nû çap kiriye, ku li ser vî diravî, wêneyê Alanê Kurd, hatiye çapkirin.

Ragehandinên Fenlandê di vê derheqê de ragehandin, ku armanc ji danîna wêneyê Alanê Kurdî li ser diravê vî welatî piştevanîkirin e ji buha û nirxên wekhevî û mafê mirovan.

Alanê temen sê salî, xelkê Rojavaya Kurdistanê û bajarê Kobanê bû, ku heya niha bi dehan şêweyî, di dehan welatên cîhanê de bûye sembol.

Pêştir jî pirofisor û hunermendê navdar ê Fenlandî Pêkka Yîlha li bajarê Hîlsinkiyê peykereke Alan çêkiribû. Herwisa du hunermenêdên Almanî jî bi navên Ogirts Sên û Yustûs Bêkir wêneyê Alanê Kurdî li ser pira rûbarê Firankfortê kêşan.

Êvariya roja 21ê şibata 2016an jî li parka Azadî ya Silêmaniyê, peykerê Alanê Kurdî li parka Şander a Silêmaniyê, perde li ser hate vêde birin. Ew peyker ji aliyê peykersazê Başûra Kurdistanê Bextiyar Helebçeyî ve hate çêkirin.

Wêneyê cendekê bêcan ê Alan, piştî xendiqîna di nava ava behrê de, ji aliyê rojnamevan Nîlofer Demîr ve hate girtin, û bileza di torên civakî de li ser asta cîhanê belav bû, û deng veda.

Jiber ku malbata Alan hewl dabûn xwe bigehînin Kanadayê, mirina wî digel kirîza koçberan, bû yek ji mijarên herî germ ên hilbijartina giştî ya 2015an di Kanadayê de.