Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna çiyageran bû armanca gulleyên caşan

22:16 - 8 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Civîna çiyagerên Îranî ku li Kurdistana Rojhilat bi rê ve çû, kete ber êrîşa caşên rejîma Îranê.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Înê 15ê Xakelêweyê civîna çiyageran bi beşdariya çiyagerên bajarên Îranê pêkhatî ji neteweyên Kurd, Fars û Tirk û bi taybetî Kurdistana Rojhilat li Qelata Şa ya Pîranşarê bi rê ve çû.

Ew çiyager roja Pêncşemiyê li geliyê gundê Lik Bin berev quntara qelata Şa rê dikevin, û şevê li quntara wir dimînin, û sibehiya roja Înê çiyager bi hev re diçin ser lûtkeya Qelata Şa.

Lê desteyek ji çiyageran ku biryar dabûn, li lendî şêxan bimînin, ji aliyê caşan ve teqe li wan tê kirin, û ew çiyager li cihê xwe tên derkirin.

Qelata Şa di navbera Pîranşar û Mehabadê hilketiye, û ew civîn hemû salekê ji aliyê çiyagerên Pîranşar ve bi rê ve diçe.