Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê daxwazê ji dersxwanan dike ku bibin besîc

22:18 - 8 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Berpirsyarên rêkxirawa Besîc li parêzgeha Urmiyê zextê dixin ser mamosta û dersxwanan, da ku bibin besîc.

Li gora nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, berpirsên rêkxirawa besîc a rejîma Îslamî ya Îranê, li heyama çend rojên borî de, serdana xwendingeha bajarên Mehabad, Bokan, Şino û Pîranşarê kirine, û digel mamostayan civiyane, û daxwaz li wan kirine, bibin besîc.

Berpirsyarên pêwendîdar bi mamostayan ragehandine: Besîcatiyê gellek qazancên wê hene, û em naxwazin ku mamosta ji me re sîxoriyê bikin, û em naxwazin karê mamostayan tenê ew be, ku bêjin filan mamosta kincê kurdî li xwe kiriye, yan filan kesî mahware heye.

Lê mamosta bersiva wan nadin, û dibêjne wan, ma hûn dixwazin em kincê xwe jî li xwe nekin?.

Her di vê derheqê de, nûçegihanê malpera Kurdistanmedia radigehîne, ku li gundê Badînavê ya Menguran, ser bi bajarê Pîranşarê, dest bi çêkirina cihê fûtbolê dikin, û piştî çend rojan kincê besîcan ji xelkê re tînin, û daxwazê li wan dikin ku van kincan li xwe bikin.

Piştî vî karê rejîmê xelkê gund bi hev re vê daxwazê ret dikin, û dibêjin: Em nabin besîc, û besîc jî kerbê vê helwesta xelkê de, karê çêkirina meydana werzişî, bi nivîşkanî cih dihêlin.