Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiye şûreyekê li ser sînorê Îranê ava dike

15:30 - 9 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Berpirsekî payebilind ê Tirkiyê ragehandiye ku wan pilana vê heye ku li ser sînorê di navbera welatê xwe û Îranê de, şûreyekê ava bike, û ew yek jî bona rêgirtinê ye di hemberî liv û tevgera PKK.

Vî berpirsî ku nexwast navê xwe eşkere bike, bi rojnameya Huriyet ragehandiye ku PKKê hejmarek binke di Îranê de hene, ku nêzî sînorên Tirkiyê ne, û nêzî 800 bo hezar endamên PKK di vê navçeyê de ne.

Navbirî bas ji vê kiriye ku Tirkiyê pilan heye bi dirêjahiya 70 km li nêzî Agirî û îxdirê şûreyekê ava bike,û beşa din a sînor jî, borcan tê de ava bike, û bi vî rengî çavdêriya sînor bikin.

Pêştir jî Tirkiyê ji riya avakirina dîwarên konkrêt ve, sînorê Rojava û Bakura Kurdistanê, li hev cuda kirin. Ew dîwar bi dirêjahiya sînorê Tikriyê û Sûriyê dirêj bûye, û dirêjiya wê dike911 km.

Wê demê kurdên Bakûra Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê hatin ser sînor û li dijî vê biryara hikûmeta Tirkiyê meşên nerazîbûnê lidarxistin, û vê biryarî nerazîbûneke zaf di nava raya giştî de li pey xwe hebû, lê hikûmeta Tirkiyê serbarê hemû wan nerizayetiyan jî, berdewam bû li ser danîna vê dîwarê konkirêt li ser sînorê di navbera her du beşên Kurdisatanê de.